Dizeyî: Nêçîrvan Barzanî daxwaz qerzî ji Erdogan nekiriye
Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bo malpera fermiya hikûmeta herêma Kurdistanê got ku, nûçeya malpera Hawelatî ji rastiyê dûre û tu esas jê re nîne.
Malpera Hawelatî ku, ji başûrê Kurdistanê weşana xwe dike, roja 20ê vê mehê, li ser serdna serokwezîrê kurdistanê bo Tirkiyeyê nûçeyek weşaniye ku qaşo; Endamekî polîtbûroya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê ku,nexwestiye navê wî bê eşkere kirin, gotiye ku, di serdana bo Tirkiyeyê de, ji bona çareserkirina pirsa nemana pereyan li bankeyên herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî sê daxwaz ji Erdogan kirine; Tirkiye qeriz bide herêma Kurdistanê, yan ji pereyê nefta Îraq ya li Tirkiye, yan jî 17% ji dahatiniyê nefta Îraqê ku, li Tirkiyeyê tê firotin bide hikûmeta herêma Kurdistanê, lê Erdogan her sê daxwazên Barzanî red kirine.
Dizeyî dibêje:
– Ev nûçeya ji rastiyê dûr e û tu esas jê re nîne. Gotûbêj bi tenê li dor dosyeya neftê bûn û ji aliyê hikûmeta herêma Kurdistanê ve tu daxwazê wisa ji Erogan nahetine kirin. Ew nûçeye hatiye çêkirin û bê esas e, eger wisaye, bila ew endamê polîtbûroya YNKê ku, nexwestiye navê wî bê eşkere kirin, xwe eşreke bike û bi aşkereyî daxuyaniyê bide.