Cîhan

Diyaneta Tirkiyê îxbariya 2 hezar heciyên Kurd kir

2 hezar heciyên Amedî li Erebistanê mexdûr in û tên dersînorkirin.

Îro bazirganiya herî bi fêde û bi kar û qezenc bazirganiya olê ye. Hem şêxên S. Erebistanê û hem jî Diyanet, terîqet û dewleta Tirkiyê li ser navê ola îslamê û li ser navê xweda û pêxemberê îslamê salane bi milyon dolaran pare qezenc dikin. Ji firotina kevirên şeytên bigirin heta bi serjêkirina qurban û çerm û eyarên qurbanê, bi sed milyon dolaran pare dikeve xezîna şêxên Erebistanê. Heman tişt li Tirkiyê jî dibe. Bazirganîya olê bûye bazirganiya herî bi nirx û xezîneyek kûr û bêbinî ye. Ji ber vê yekê, Diyaneta Tirkiyê naxwaze bêyî destûr û riza wê kes biçe hec û ûmrê da ku bêrîka rayedaran diyanet û dewletê zêdetir tije pare bibe.

Tê gotin ku 2 hezar heciyên Amedî (Diyarbekir) bêyî destûr û riza Diyaneta Tirkiyê çûne S.Erebistanê Umrê. Di encama ixbariya Diyaneta Tirkiyê de, 2 hezar heciyên Kurd di otelên xwe de rastî biserdegirtin û lêdana polîsan hatine û piştre ji S. Erebistanê hatine dersînorkirin.

Ev angaşta (îdîa) ku 2 hezar heciyên ji Amedê çûne umreyê, hatine binçavkirin û piştre hatine dersînorkirin, ji alî parlamenterê DEM ê Amedê Serhat Eren ve ket rojeva Meclîsê Tirkiyê.

Parlamenterê DEMê Serhat Eren, bi angaşta ku teblîxat ji teref Midûriyeta Karên Diyanetê ve hatiye dayîn wilo got: “Li gor agahiyên ku ji min re hatine, otêlên ku li Mekkeyê welatiyên Diyarbekirî lê diman, deriyên odeyên wan hatine şikandin û ew hatine binçavkirin û piştre hatine dersînorkirin. Li gor tê gotin, li Mekkeyê nêzî 2 hezar heciyên Diyarbekirê vê mexdûriyetê dibînin. Her weha tê gotin ku îxbariya van heciyên Kurd ji teref Serokatiya Karên Diyanetê ve ji rayedarên Erebistana Siûdî re hatiye kirin”.

Serhat Eren di meclîsê de di vê derbarê de gelek pirs ji Serokatiya Diyaneta Tirkiyê pirsîn. Gelo wê diyanet pirsên Eren bibersivîne yan na ne kifş e.

Back to top button