Cîhan

Ruhani:Divê Tirkiye girêdayê pêvajoya Soçî û Astana bimîne

Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî dibêje ku, divê Tirkiye rêzê li serwerî û yekperçeyîya xaka Sûriyê bigire.

Serokomarê Îranê Ruhanî di konferanseke rojnamevanî de da xûyakirin ku, rêkeftina Soçî, rêkeftineke siyasî ya girîng e û nimûneyeke serkeftî li navçeyê ye, divê Tirkiye rêzê lê bigire. Nabe Tirkiye dest ji rêkeftina Sûçî û pêvajoya Astanayê berde.

Ruhanî di vê derbarê de dibêje: Em hêvî ji birêz Recep Teyip Erdogan dikin, şerê terorê bike û rêzê li serwerî û yekperçeyîya xaka Sûriyê bigire. Me di civînan de Erdogan agahdar kiriye, ku divê rêzê li Sûriyê wek welatekî yekperçe bigire, wî jî tekezî li serweriya hikûmeta Sûriyê li ser tevahiya xaka wê kiriye û em hêvî dikin, ew wiha kar bike- Îdlib parêzgeheke Sûriyê ye û divê şerê grûpên terorist li wê parêzgehê bê kirin.”

Serokomarê Îranê got: Metirsiyên Tirkiyê ên derbarê koçberan, nabe bibe sedemek ku, Sûriye dest ji serweriya xwe li ser Idlibê berde. Dema Idlib ji terorîstan bê pakij kirin, dê koçber vegerin malên xwe.

Herwiha Ruhanî tekezî li wê yekê kir, piştî terorist li Idlibê nemînin, koçber dê vegerin ser cihên xwe.

Back to top button