Polîtîk

Divê rêz li îrada gelê kurd bê girtin

“Çawa Hêzên Pêşmerge di şerê Mehmûdiye li Zûmar di şerê li dijî Heşda Şeibî de biser ketin, dê PDKê jî wisa di hilbijartinan de biser bikeve.“Endamê Polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî dibêje, pêwîst e rêz li îradeya gelê Kurd bê girtin û Kurdan bi rêya referandumê ji hemû cîhanê re gotin ku ew çi dixwazin.Hoşyar Zêbarî li navçeya Zûmar di propagandeya hilbijartinan de beşdar bû û ragihand: “Hinek aliyên siyasî wisa hizir dikin ku em li vî welatî mêvan in. Lê ya rastî ew e ku em xwediyê vî welatî ne û Kurd xwedî mafê şeraketê ne li vî welatî. Lewma jî bila ti kes û aliyek minetê li me neke.”Wî endamê Polîtburoya PDKê wiha got: “Pêwîst e destûrê Iraqê bê cîbicîkirin û ne bi kêfa ti kesî be. Me wek PDKê dixwest em hemû aliyên Kurdistanê pêkve biryareke hevbeş bidin ji bo beşdariya di hilbijartinên Iraqê de, lê aliyên siyasî yê din nehatin ligel me.”Zêbarî wiha domand: “Divê vê carê PDK pêşeng be û bihêzbûna PDK jî tê wateya bihêzbûna hevsengiya Kurdistanê, lewma jî armanca me zêdebûna dengên PDKê ye û zêdebûna kursiyên PDKê ye. Em di wê baweriyê de ne ku çawa Hêzên Pêşmerge di şerê Mehmûdiye li Zûmar di şerê li dijî Heşda Şeibî de biser ketin, dê PDKê jî wisa di hilbijartinan de biser bikeve.” 

Back to top button