PolîtîkRojev

Divê PKK Tavilê Ji Kurdistana Başûr Derkeve

“DİVÊ PKK Bİ ZÛTİRÎN DEM Jİ BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ VEKİŞE”

Miletê Kurd di seranserî sed sal bû, ku li benda statûyeke sîyasî bû. Xweşhal in, ku Miletê Kurd pazdeh sale li Başûrê Kurdistanê desthilateke xweser bi dest xistîye û ev desthilat ji alîyê civaka navnetewî va bi fermî hate erênî kirin. Ev yek li gor destûra giştî ya dewleta federal a îraqê jî bi yasayî wek mafekî rewa hate pejirandin. Bêguman, ev ji bo hemû Kurd û Kurdistanîyan, ji bo hemû welathizên Kurdistanê destkevtîyeke gelek giring û bi nirx e. Lewra ye, ku hikûmeta federal a herêma Kurdistanê, ji bo hemû Kurdan sikaneke pir hêja ye.

Divê hemû Kurd vê destkevtîyê baş biparêzin. Bê gûman e, ku Kurdistaneke azad mafê hemû Kurdên cîhanê ye. Hikumeta herêma Kurdistanê gelek bi xweşbînî û bi hestên bilind ên netewî heta îro, dergeyên başûrê Kurdistana azad ji bo hemû Kurdan vekirî hişt. Bi rêbazeke niştimanperwer pêwendîyên birayetî bi hemû hêz û rêxistinên Kurda ra bi şêwazeke maqûl bi rêve bir. Ev dostanîya desthilatdarên rewa yê herêma Kurdistanê, hêjayî pesindarîyê ye. Lê, mixabin ku bi salane PKK li başûrê Kurdistanê bi şêwazeke neyasayî û desthilatnenas çalakîyên nerewa û bêyasa bi rêve dibe.

PKK wek hêzeke neyarê hikûmeta milli ya herêma Kurdistanê tevdigere. PKK bêyasa, bi çekdarî di nav Kurdistana azad da karên nehiz û nelirê dimeşîne. PKK bû sedem ku dewleta Turk kişîya nav Kurdistana azad û li gelek deveran ciwar bû, şûnwarên Kurdistanê bi boneya desteserkirina teroristan bi top û bomberan, gûlebaran kir û dike jî. PKK bi dehan gundên Kurdistanê bi darê zorê vala dike û hevwelatîyan ji malên wan derdixe. Niştecîyên gundên deverê mecbûrî koç kirine dike. PKK nahêle ku gundî vegerin ser mal û milkê xwe. Bêşik, ev kiryarên PKK’ê xizmet û yarmetîkirina sazûmana dijber a rojhilata naverast e. Her wiha PKK li Şengalê bi salane ku bêhiqûk û bêyasa baregahek damezrandîye, ku bi saya PKK’ê, hêzên nexêrxwazên Kurd û Kurdistanê, hewil didin hikûmeta herêmê lawaz bikin û hilweşînin, statûya federal a Kurdistanê têk bibin. Mixabin ku PKK di vê mijarê da eşkere ye, ku bi hêzên bikirêgirtîyên dewleta zordest a Îranê ra hevkarîyê dike û bi miletê Kurd ra xirabîyê dike. Helbet PKK bi van tevgeran, rêxweşkarî û rênîşandarîya neyarên Kurdistanê dike.

PKK neyartîya hikûmeta rewa a herêma Kurdistanê wek erkek ser milê xwe hisab dike. PKK bi vê mebestê xizmeta dijminên Kurdistanê dike. Ev yek xirabîyeke mezin e û ne qabil e, ku were qebûl kirin. Roj bi roj xirabî û neyartîyên PKK’ê, li herêmê, zêdetir dibin. Berî çend rojan PKK li Amedîyê kemînek (mayînek) li ser rêya pêşmergeyên Kurdistanê bin ax kir, ku dema pêşmerge di rê da borîn kemîn teqîya û mixabin peşmergeyek şehîd bû û sê pêşmerge jî birîndar bûn. PKK’ ê bi vê çalakîyê careke din da nişan, ku ew li dijî mafên rewa yên Kurd û Kurdistanê ye. Em wek Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR, bi tûndî vê kiryarê şermezar dikin. Ev yek ne welatperwerî ye.

Ev yek bi miletê Kurd re îxaneteke mezin e. HAK-PAR, piştevanê destkeftîyên netewî yên miletê Kurd e. HAK-PAR pal û pişta hikûmeta rewa a Kurdistana federal e. Em van destdirêjî û êrîşan raste rast wek dijminatîya miletê Kurd dizanin. Miletê Kurd bi hîç şêweyekê vê îxanetê qebûl nake û nabexşîne. Divê PKK bi zûtirîn dem ji Başûrê Kurdistanê vekişe. Lazime PKK dev ji yarmetî û hevkarîya di gel dijminên Kurd û Kurdistanê berde.

HAK-PAR sersaxîyê dide malbata pêşmergeyê şehîd. Em şifa xêrê ji pêşmergeyên birîndar ra dixwazin. Em piştrast in, ku hikûmeta herêma Kurdistanê nakeve dek û dolabên noker û xûlamokên dijminan û ji metanet hişmendî û hestîyarîya netewî dûr nekeve. Em bawer in, ku hêza parastina Kurdistanê di çarçeweya yasayî û hiqûka rewa ya desthilatdarîyaKurdistanê da wê pêşî li van karên xirab û nelirê bigre. Roj roja xwedîlêderketina azadîya Kurdistanê ye. Lazime hemû kes û hêz û rêxistinên Kurd, bi dil û can li dijî van karên neyaran yên ku li Kurdistanê têne meşandin, derkevin û destkeftîyên miletê Kurd biparêzin.Bijî azadîya Kurdistanê, her bijî hêza fermî a parastina miletê Kurdistanê, bijîn pêşmergeyên Kurdistanê.

05.11.2020

Nivîsîngeha Ragîhandin û Çapemenîyê ya Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR

Back to top button