Divê PKK ji dev çek berdê
Cîgirê serokê dezgehê Îstixbarat a Tirkiye (MIT) yê berê Cevat Oneş di derbarê destûrek nû li Tirkiye û pirsa kurd de, daxuyaniye da ajansa nûçeyan a Cîhan.
Oneş di daxuyaniya xwe de dide kifşkirin ku, Divê li Tirkiye destûrek nû çêbibe û pirsa kurd bi awayekîbê çareserkirin. Ji bo vê yekê jî PKK ji dev çeka berdê dê gelekî bandorek erênî li pêvajoya pêkanîna destûra nû bike.
Di derbarê pirsa kurd de Oneş dibêje: Divê pirsa kurd di çerçoveya demokrasiyê de li Tirkiye bête çareserkirin .Ji bo vê jî pêwîste aliyên cuda û dîtinên cur bi cur di vê derbarê de lazim e bigihin hev. Di vê pêvajoyê de hatina ba hev ya dîtinên cuda gelekî girîng e.
Ondeş got: Li Tirkiye dive îktidar û muxalefet di vê derbarê de dîtinên xwe zelal bikin û peyamên wek hev yê erênî bidin. Di rewşa îro de ev yek girîngiyek taybet li gel xwe tine. Dînamizma navxwe destûrek nû dixwaze. Ev daxwaza gel bi xwe ye. Destûrek nû ûdemokratîk dikare pêşiya Tirkiye vekê û Tirkiye bike dewletek lîder li herêmê.
Di derbarê pirsa kurd de jî Oneş got: Ez hêvî dikim ku ev pêvajoya erênî berdewam be.Eger PKK ji dev çek berdê wê alikariyek mezin be ji bo serkeftina vê pêvajoyê.