Polîtîk

Divê pêwendiyên Bexda û Hewlêr rêve biçin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser cîbicîkirina rêkeftina vê carê ya navbera Hewlêr û Bexdayê diyar kir, karekî jîrane nîne ku ji niyeta hikûmeta nû ya Iraqê gumanê bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di bersiva pirseke şanderê Kurdistan24ê ya li ser garantiya pabendbûna hikûmeta Iraqê bi rêkeftina vê carê ya navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta nû ya Iraqê, li Korbenda Aştî û Asayîşa Rojhilata Navîn a li Zanîngeha Amerîkî-Duhokê ragihand: “Niha bawer nakim karekî jîrane be ku em ji niyeta hikûmeta Iraqê gumanê bikin.”

Mesrûr Barzanî diyar kir ku divê dem bidin hikûmeta nû ya Iraqê û guman lê neyê kirin û got: “Eger em ti pêşveçûnekê nebînim, dibe ku em bersiva vê pirsê bidin.”

Li ser hikûmeta nû ya Iraqê û rêkeftina wê ya ligel Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî diyar kir: “Niha jîrane nîne ku tiştekî xirab li ser bibêjim, divê em gelek bawer bin ku pêwendiya navbera Herêm û Bexdatê pêşve biçe û hikûmeta federal rêzê li wê rêkeftinê bigre.”

Back to top button