Divê nûnerê kurda li Bexdayê bawerî li serxwebûnê hebê
Endamê Serkirdayetiya PDKê Elî Ewnî ji BasNewsê re ragehand ku,posta serokkomar pişka kurdan e, ji kurdan jî ew post pişka PDKê ye.Endamê Serkirdayetiya PDKê Elî Ewnî PDKê eger wê posê werbigre yan wernegre yanî bide kurdekî yan erebekî divê li gor rêkeftinekê be.Derbarê wan gotinên YNKê ku, dibêjin ew post pişka wan e Elî Ewnî da zanîn ku, li gor hemû urif û edetê welatê cîhanê lîste yekem biryarê dide kî wê postê werbigre yan wernegre, lê di dema borî de nûnerê YNKê ti bandor û tevgera wî nebû bi taybet jî di xola Fûad Mesûm.Herwiha endamê Serkirdayetiya PDKê Elî Ewnî amaje bi wê yekê kir ku, serokkomar paldayî ye û her meh çend milyon dolar mûçe û imtiyazat werdigre, 4-5 hezar pasewan hene tevî wê jî pasewanên wî hatin revandin û nekarî wan azad bike ev kar û bizava nûnerê YNKê ye.Elî Ewnî got ku, pêwîste li Bexda nûnerek hebe baweriya wî bi mafê kurdan û serxwebûna Kurdistanê hebe û nûneratiya gelê kurd bike eger na çima em daxwaz dikin ku, serokkomar kurd be, wê demê cudabûna wî ji ereb û tirkumen çiye, eger tiştekî ji kurdan re neke ma dê çawe nûnerê kurdan be û bikarê mafê kurdan li ser hemû astan