FlaşPolîtîk

Divê mijar ne tenê danîna çekan be!

Cîgirê Serokê Koma Partiya DEMê Sezai Temelli di civîna çapemeniyê ya ku li Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê li dar xist de derbarê danîna çekan a PKKê û aliyê siyasî yê pêvajoyê de daxuyaniyek da.

Temelli di bersiva pirsek derbarê îdiayên ku dibêjin PKK dê di meha Tîrmehê de çekan deyne de got, “Wisa xuya dike ku ev pêşketin dê hefteya bê çêbibin. Lêbelê, divê mijar ne tenê danîna çekan be. Divê bala sereke li ser peydakirina garantiyên yasayî û mayîndekirina aştiya civakî be.”

Temelli di derbarê komîsyona ku tê plankirin ku, piştî kongreya hilweşandina PKKê li Parlamentoyê were avakirin de jî nirxandin kir.

Temelli diyar kir ku,hêvyek wan a mezin ji Komîsyonê heye û got: “Sazkirina komîsyoneke yasayî û kapasîteya temsîliyeta xurt a vê komîsyonê ji bo me pir girîng e. Bendewariya me ji komîsyonê ew e ku nexşerêyek bilez û bibandor pêşkêş bike.”

Temelli ragihand ku ew ê pêşniyarên xwe yên di derbarê komîsyonê de roja Duşemê, 1ê Tîrmehê, bi nivîskî pêşkêşî Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş bikin, û got, “Em difikirin ku divê komîsyon xebata xwe bidomîne her çend parlamento bikeve nav betlaneyê jî. Em ê bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin vê pêvajoyê.”

Temelli behsa hevdîtinên ku şandeya Partiya DEM bi Serokkomar Recep Tayyip Erdogan û partiyên siyasî re plan kiriye kir û got, “Birêz Pervîn Buldan piştî hevdîtina xwe ya bi Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş re daxuyaniyek da. Wê diyar kir ku ew plan dikin ku li dora 8 an 9an bi Serokkomar re bicivin, dûv re bi partiyên siyasî re têkilî daynin û dûv re biçin Îmraliyê. Ez difikirim ku ev bername dê ber bi pêş ve biçe.”

Back to top button