Divê hemû aliyên siyasî yek deng û yek helwest bin
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê di çarçoveya serdanan xwe de bo bajarê Silêmaniyê, roja 08.06.2015ê li gundê Gulexane li devera Şarezorê, serdana Mehemedî Hacî Mehmûd sekreterê Partiya Sosiyaldemokrata Kurdistanê kir.Di dîdarekê de, rewşa deverê, şerê dijî terorê, pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û bi taybetî pirsa neftê û pabendnebûna hikûmeta federaliya Îraqê bi cîbicîkirina lihevhatina di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federaliya Îraqê de hatibû îmzakirin û ew rêkeftin bibûye beşek ji qanûna budceya Îraq a sala 2015ê, herwesa behsa pirosesa siyaysî li navxweya Kurdistanê û tevaya Îraqê gotûbêj kir.Her du aliyan tekîd li ser giringiya yekrêziya û yekhelwestiya aliyên siyasiyên herêma Kurdistanêm bi taybetî di rewşeke weke nuha herêma Kurdistanê tê de derbas dibe, kir û tekîd kir ku divê hemû aliyên siyasiyên Kurdistanê li hember şerê dijî terorîstên DAÎŞ, kirîza êkonomî û pabendnebûna îraqê bi qanûna budceya Îraqê yek deng û yekhelwest bin.Di dîdarê de encamên hilbijartinên Tirkiyeyê hatin nirxandin û her du aliyan hêvî xwest encamên hilbijartinan di xizmeta tevaya Tirkiyeyê de be û ji bo çareserkirina pirsa kurd li wî welatî rêxweşker be.