Erdogan li Dadgeha Bilind di merasîma vekirina sala darazê de got: “Xeyalek min heye ku me di her heyama jiyana xwe ya siyasî de aniye zimên û ji sala 2011an û vir ve di her hilbijartinan de wek pêşniyaza hikûmetê daye pêşîya gelê xwe. Ev xewn ew e ku Tirkîye ji şerma makzagona darbeyê rizgar bibe û destûrek nû, medenî, ziman û naverok ku îro û sibê hembêz dike, bike makzagonek layiqî sedsalîya Tirkîyê“.
Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, li Dadgeha Bilind di merasîma vekirina sala dadwerîyê de behsa pêwistîya makzagonek nû kir, bang li endamên sazîyên dadê kir û got: “Ez wek nûnerê sazîyên me yên dadê bi taybet li bendê me ku hûn ji vê pêvajoyê re amade bin û piştgirîyê bidin”.
Erdogan, di berdewamîya axavtina xwe de herweha got: “Em di bin sîya makzagona darbeyê de qala sedsalîya Tirkîyê dikin, ev ji bo welat û demokrasîyê zulmek e. Em di wê bawerîyê de ne miletê me yê ku ji bo serxwebûn û pêşeroja xwe bedelên giran daye, wek şîrê spî yê dayika xwe, bi destûra bingegîn a nû heq dike. Bi makzagonek wiha wê nêrîna me ya sedsalê ya Tirkîyê xurttir bibe, ji bo vê jî divê nivîsek ku ji alîyê 85 mîlyon mirovî ve bê qebûlkirin û wek makzagona bê tackirin, pêşkêşî raya giştî ya gel bikin “.
Erdogan bang li partîyên siyasî, dadgehên bilind, sazîyên dewletê, zanîngeh, baro, rêxistinên pîşeyî, rêxistinên sivîl û hemwelatîyên Tirkîyê kir ku beşdarî vê pêvajoyê bibin.