Polîtîk

Divê em kurda ji Barzani dûr bêxin

Li Tirkiye û Kurdistana Bakur 16ê Nîsanê  referendum çêdibê. Aliyên siyasî bi hemû awayî propaganda helwesta xwe dikin. Gelek cara ji bo kurda kijan helwest baştire dibe cihê gotubêjê.Di rastiya xwe de yan divê kurd neçin ser sendoqan yan jî herin bêjin erê. Ji ber ku ev sistema îro heyî tu cara pirsa kurd çareser nekiriye. Veca sistema werê dê miheqeq ji ya îro baştirbe.HDP bi giranî propaganda Na dike. Di vê derbarê de sedemên cuda didin pêş. Lê tiştekî ji bo destkeftiyên kurda nabêjin. HDP ne wek aliyek kurd li pirsa referandumê dinêre.Parlementerê HDPê yê Tirk, Sirri Sureya Onder di axavtinek ya xwe de dibêje:“ Divê di referandumê de dengên Na serbikeve. Eger dengên Na sernekeve dê welatêmê dabeş bibe.Ez bi fikar û helwesta alîgirên MHPê tê dighim. Em xetera rûbirûbûna dabeşkirina welat de ne. Eger dengên Erê serbikevin wê welat dabeş bibe. Divê em Kurda ji Barzani dûr bêxin û rê nedin ku Kurd bikevin di bin bandora Barzani de.``Niha gerek kurd vê gotara Onder baş binirxînin, ev gotar ya Kemalistên tirk û çepên netewî yên Tirk e. Onder bi xwe kemalistek tirkê qirêj e. Tu cara baweriya wî li doza kurda nehatiye.Piraniya cara her gavek ya HDP tavêje, di medya Başûr de dibe nûçe. Piranya cara tiştên pûç û beredayî jî eger HDPê gotibe dikin nûçe. Lê behsa vê gotara Sirri sureya nekirin. Ev yek jî balkêşe.Ew zihniyeta dijitiya PKKê dike û pişgiriya HDPê dike rastî nayê fam kirin.Ez kurdek bim û dengê xwe bidim, ezê li gora vê gotara Sirri sureya helwesta xwe bidim kifşkirin. Ji aliyek din belkî ne gelek pirsek siyasibe, lê HDP çi helwestê deynê ezê li dijê helwesta wan xwedî helwest bim.Xelet rast ev jî helwesteke.Nûçe Analîz/ N.Firat

Back to top button