Serok Barzanî ragihand, “divê di zûtirîn dem de tola xwîna şehîdên me ji dijmin bê stendin.”
Serok Barzanî derbarê êrişa DAIŞê ya şeva derbasbûyî de peyamek belav kir ku di wê êrişê de 9 Pêşmerge û 3 welatiyên sivîl şehîd bûn.
Serok Barzanî dibêje, “Ji bo parastin û berevaniya li ax û niştimanê me, divê pêdaçûn û hûrbûna zêdetir bi karûbarên Hêzên Pêşmerge û hêlên bergiriyê de bê kirin û xebatên pêwîst jî bên kirin li beramber her cor terkexemiyê.”
Di peyama xwe de Serok Barzanî sersaxiyê ji kesûkarên şehîdan û bi taybet jî ji wê dayikê re dixwaze ku di êrişa DAIŞê de 3 kurên wê şehîd bûn û dibêje, “Ez xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji Xwedayê mezin dawakar im giyana şehîdan bi bihûşta xwe ya berîn şad bike û sebir û aramiyê bi kesûkar û malbatên wan re bibexşe û hêviya zû başbûnê bo birîndaran dixwazim.
Serok Barzanî derbarê dayika sê şehîdan de jî dibêje, “Serxweşiyê li wê şêrejina qehreman dikim ku sê kurên wê di êrişa şeva derbasbûyî ya terorîstên DAIŞê de gihiştin nav karwanê nemiran û şehîd bûn û ji Xwedayê mezin dawakarim sebir û aramî bi wê bibexşe.”
Serok Barzanî amaje bi gotinên wê dayikê jî kir û got, “gotinên wê şêrejinê ji bo me hemûyan cihê moral, pêdagirî û berdewambûna li ser rêbaz û doza bilind a gelê me û ji dil û can spasiya wê dikim.”
Herwiha Serok Barzanî di peyama xwe de tekez dike, “Divê di zûtirîn dem de tola xwîna şehîdên me ji dijmin bê stendin” û dibêje, “Bi hezaran silav ji bo giyana pak a şehîdên şerê dijî DAIŞê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê.”