Civak

Divê Dewleta Tirkiyê Êrîşa Xwe Li Ser Efrînê Rawestine

Paertita Sosyalista Kurdistanê di derbarê êrîşa Tirkiye li ser Efrinê daxûyaniyek belav kir.Daxûyanî:


Divê Dewleta Tirkiyê Êrîşa Xwe Li Ser Efrînê RawestineDewleta Tirkiyê, ku demek e gefa PYD-YPG dixwe û xwe amade dike, ku êrîşê bajarê Efrînê ya Kurdistana Rojava bike û bi gor nuçeyên dawî, topxaneyê Tirkiyê dest bi topbaranê vê bajerê kiriye.Gelek caran eşkere bûye, ku siyaseta hanê ya dewleta Tirk, ne tenê xizmeta aramî û aşitiya navçe, bi taybetî Suriyê nake, her usa dibe sedema aloztirbûna rewşa herêmê.Bona vê yekê divê hikumeta AK Partî devjê vê siyaseta êrîşgerî berde.Divê dewleta Tirk têbigihe, heta ku dinya hebe, mecbur e ligel Kurdên Rojava cirantî bike. Ji bona vê yekê jî divê devjê dijminahiya deskevtên ve beşê Kurdistanê berde û bizane, ku destkevtên Kurdan bona aramî û asayişa Tirkiyê ne xeter e.Partiya me banga hikumeta AK Partî dike, êrişa xwe li ser Efrînê rawestine. Şuna, ku êrîşê Kurdistana Rojava bike, pêyvendiya xwe ligel hêzên welatparêz û demokratên vê başê welatê me baş bike.Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK daxwaz ji PKK-PYD dike, kar û çalakiyên usa nekin, daku bibe sedema aloztir bûna zirufê û bibe hencetek bo êrîşa dewleta Tirk.PSK daxwaz ji hêzên welatparêzên Kurdistana Rojava dike, ku bona yêkitiyê pirtir kar û xebatê bikin.PSK carekî dine banga PKK-PYD dike, ku devjê siyaseta xwe sepandinê berde, pêşiya xebata hêzên welatparêz û hatina Peşmergeyên Rojava negre.30.06.17Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK 

Back to top button