Polîtîk

Dilxweş Osman li Amedê hate girtin

Endemê Tevgera Ciwanên Kurdistanê Dilxweş Osman li Amedê hate girtin. Di vê derbarê de Tevgerê daxûyaniyek ji bo Raya Giştî ragihand. Daxûyani: ENDAMÊ TEVGERÊ DILXWEŞ OSMAN HAT GIRTINDilxweş Osman (Dilo) ji Qamişlo ye û yek ji endamên herî çalak ê Tevgerê ye. 3 sale li Amedê dijî.Dilo do êvarî di derdora saet 19:30 de dema ku diçû mala xwe ji alîyê polîsên dagirkeran ve hate girtin. Dilo bi ser ku tu sedem tunebû ku wî bigirin him di dema girtinê de him jî li qerekolê îşkence dît.Îro Dilo, ji aliyê dadgereke dagirkeran hate girtin û niha li girtîgeha D Tîpî ya Dîyarbekirê ye. Parêzerên ku li dosyayê nêrîn eşkere kirin ku tu delil tuneye ku Dilo bigirin. Lê dagirker dîsa, wek bi hezar carên berê, bi zordestîya xwe hevalê me girtin.Hevalên me û parêzerên ku îro çûn dadgehê dîtin ku şopên îşkenceyê li ser laşê Dilo heye. Cilê wî qetîyaye, wî bi atlêt anîne dadgehê û serçavê werimîye.Sedema hemû girtin, kuştin û koçberîyan bêdewletî/dagirkerî ye û heta em nebin dewlet wê ev zilm û zordarî bidome. Dilo wek Kurdeke serxwebûnxwaz hate girtin. Lê dagirker bila baş bizanibin ku bi girtinê û kuştinê doza serxwebûnê/dewletbûnê naqede.TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ (TEVGER)07.09.2015

Back to top button