PolîtîkRojev

Dij terora Kurdistanê: Koma bi navê CTG ser bi Lahûr Cengî ye

Dije Terora Kurdistanê zelalkirinek derbarê operasyona armacgirtina Qasim Sulêymanî belav kir û tekez kir ku ti peywendiya wan bi operasyona kuştina Qasim Sulêymanî nîne.

Dije Terora Kurdistan (CTD), di daxuyaniya xwe de behsa raporteke derbarê operasyona armancagirtina Fermandarê Supaya Quds Qasim Suleymanî dike ku navê Dije Terora Kurdistanê têde hatiye û diyar dike, “Em hemû aliyan piştrast dikin ku dûr û nêzîk peywendiya CTD bi zaniyariyên nav raporê û operasyona bi armancagirtina Qasim Suleymanî de nîne.”

Her di wê daxuyaniyê de tê gotin, “Grûpeke bi navê CTG heye ku ser bi Lahûr Cengî û birayên wî veye û pabendî rêkar û yasayên Herêma Kurdistanê û saziyên wê nîne û li derveyî yasaya hejmar 4 a sala 2011 ya Parlamentoya Kurdistanê kar dike ku taybet bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê.”

Dije Terora Kurdistanê bibîr dixe ku di raportê de jî behsa beşdarbûna wê hêza bi navê CTG tê kirin û “di raportê de bi zelalî amaje bi wê tê kirin ku peywendiya wan bi Lawên Azadî, Berdevkê Lahûr Cengî kirine bo ku zelalkirinê li ser beşdarî û destwerdana di armancgirtina Qasim Sulêymanî de bidin.”

Di dewama daxuyaniyê de tê tekezkirin, “Em dûpat radigihînin ku Dije Terora Kurdistanê ti peywendiyek bi vê mijarê nîne.”

Dije Terora Kurdistanê pêşniyaz jî dike ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê lêkolîneke hûr li ser wê raporê bike ku rastiyan bo raya giştî aşkere bike.

Li gorî rapora Malpera Yahoonewsê Dijeterora Herêma Kurdistanê bi navê “CTG”  ku ser bi Lahur Cengî û Aras Şêx Cengî ye beşdar bûne di kuştina Qasim Suleymanî de.

Dije Terora YNKê red kiribû ku wan beşdarî di kuştina Qasim Suleymanî de kiribe. Lêbelê Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Aras Şêx Cengî û yek ji berpirsên dije terora YNKê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku wan jî beşdarî di kuştina Qasim Suleymanî de kiriye.

Back to top button