DÎERG: Bela Cejna Newrozê li dibistanan bê pîrozkirin

Însiyatîfa Şopandina Perwerde û Reformê ya Amedê (DÎERG) daxuyaniyek nivîskî belav kir û ji dewleta Tirkiyê xwest ku Newroz li dibistanan bê pîrozkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya DÎERGê de ev tişt hatin gotin:
”Di nivîsên Ehmedê Xanî û Evliya Çelebî de Cejna Newrozê wek cejna ku Kurd bi sedê salan e pîroz dikin hatiye binavkirin. DÎERG pêşniyar dike ku Wezareta Perwerdehiya Netewî 21ê Adarê bi navê ‘Newroz’ê li hemû dibistanan pîroz bike. Ji ber vê yekê Newroz cejn û cejnek aştiyane, bihevrejiyan, bi coş û cejnek civaka Kurd e û divê ev yek ji xwendekaran re bê ravekirin ku civakên cuda yên Rojhilata Navîn bi navên cuda vê rojê pîroz dikin. Divê di bernameya pîrozbahiyê de bi kurtî ji xwendekaran re girîngî û wateya Newrozê ji bo civaka Kurd bê vegotin û piştre jî bi çend stranên Kurdî govend bê girtin. Bi vî awayî wê xwendekarên ku dê û bavên wan ne Kurd bin jî li ser Newrozê agahdar bibin”.
DÎERGê bang li Wezareta Perwerdehiya Netewî kir û xwest ku 21.emîn Cejna Newrozê bikeve Lîsteya hin roj û hefteyan.