Polîtîk

Dibin heserokê YNKê

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) sîstema hevseroktiyê peyrew dike û du yan sê hevserokên wê ‎dê hebin.‎ Li gor zanyariyên Rûdawê Bafel Talebanî û Lahûr Şêx Cengî herî zêde şans hene bo hevserokatiya YNKê.

Serpereştyarê civînên Encûmena Giştî ya Serkirdayetiya YNKê Mistefa Çavreş bo Rûdawê ragihand ku ‎postê Sekreterê Giştî yê YNKê namîne û li şûna wê sîstema hevseroktiyê tê peyrewkirin û got, 2 yan 3 ‎hevserok bo YNKê tên hilbijartin.‎

Mistefa Çavreş da zanîn ku di civîna roja Yekşemê de Encûmena Giştî ya Serkirdayetiyê derbarê ‎hejmara hevserok û mijarên din ên pêve girêdayî biryara xwe dide. ‎

Ev biryar jî piştî civîna roja Şemiyê ya Encûmena Giştî ya Serkirdayetiya YNKê hat bo pesendkirina ‎peyrewa navxwe ya wê hizbê ku ji 77 maddeyan heta niha 41 maddeyên peyrewa navxwe hatine ‎pesendkirin.‎

Hevdem Endamê Encûmena Giştî ya Serkirdayetiya YNKê Ferîd Eseserd jî da zanîn ku di civîna berê ya ‎encûmenê de biryar li ser Serokatiya Encûmena Giştî ya Serkirdayetiyê de jî hatiye dayîn û encûmen bi ‎serok, cîgir û alîkar tê birêvebirin.‎

Ferîd Eseserd diyar kir ku civînên encûmenê berdewam dibin heta hemû peyrewa navxwe tê ‎pesendkirin û got, wiha dixuye dawiya vê hefteyê yan destpêka hefteya bê hemû peyrew were ‎pesendkirin û piştre hilbijartina serokê organ û hevserokan destpê dike.‎

Li gor zanyariyên Rûdawê bidest xistine heta niha di nav  Encûmena Giştî ya Serkirdayetiya YNKê de herî zêde piştgirî heye Bafel Talebanî û Lahûr Şêx Cengî bibin hevserokê YNKê û li ser wê yekê gotûbêj berdewam in. Di heman demê de gotûbêj li ser wê yekê têne kirin ku hevserokatiya YNKê ji sê kesan pêk bê û navê Berhem Salih jî weke kesê sêyem debas dibe, lê heta niha ev mijar nehatiye yekalîkirin.

 

Back to top button