Li navçeya Pênciwên a ser bi Silêmaniyê ve xwepêşanderan êrîşî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kirin û pêşmergeyek şehîd bû û du pêşmerge jî birîndar bûn. Di heyama du rojan de ji ber derketina alozî û xwepêşandanan li nav sînorên Silêmaniyê 8 xwepêşander û pêşmergeyekî canê xwe ji dest dane.
Bi hinceta paşketina mûçeyan li navçe û bajarokên Seyîdsadiq, Tekye, Çemçemal, Xurmal, Kifrî, Zerayen, Pîremegrûn, Şarezur, Kelar, Pêncwên û Warmawe xwepêşandan hatin lidarxistin û di encama xwepêşandanê de alozî derketin.
Berpirsê Şaxa 12ê PDKê li Pênciwênê Besam Elî ji Rûdawê re ragihand ku di dema aloziyan de pêşmergeyê bi navê Awat Talip Mecîd şehîd bû.
Li gor agahiyên berdest di xwepêşandanên roja 8ê Kanûna 2020an de 5 kesana jiyana xwe ji dest dan duh li Seyîdsadiq 2 kes û li Tekyejî kesekî canê xwe ji dest dan.
Herwiha ji ber aloziyan 25 xwepêşander û 54 polîs û endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûne.
Di xwepêşandanan de gelek baregehên PDK, Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd (YNK), Yekgirtûy Îslamî, Komela Îslamî û Tevgera Goran û herwiha avahiyên fermî hatine şewitandin.
Çend roj in xwepêşandanên nerazibûnê li hejmarek bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê, weke Seyîdsadiq, Raniya û Şarezûr, Çem Çemal, Pênciwîn, Dokan û hin deverên din rû dane.