Di şerê giran de pêşmerge serket
Hêzên Pêşmerge êrîşeke din ya çekdarên DAIŞê li eniya Giwêr-Mexmûrê têk birin.
Berpirsê Eniya Giwêr-Mexmûrê Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re ragihand: “Şeva borî derdora seat 21:20 çekdarên DAIŞê li bilindahiyên Telşaîr û Telrîm 4 caran êrişî çeperên Pêşmerge kirin û di encam de şerekî giran navbera Pêşmerge û DAIŞê derket ku heta seat 02:00 şevê berdewam bû.”
Sîrwan Barzanî wiha got: “Balafirên Hevpeymaniya Navdewletî jî çend caran êrişî navendên DAIŞê li navçeyê kirin.”
Derbarê ziyanên şerê şeva borîde de, “Barzanî wiha got: Ziyanên mezin gihiştine DAIŞê ku 34 çekdar bi destê Hêzên Pêşmerge hatin kuştin, lê ti ziyanek negihiştiye Hêzên Pêşmerge.”
Sîrwan Barzanî herwiha da zanîn ku, “Me bi tundî bersiva wan da. Nikarin bustekê tenê jî pêşve bên.”