Civak

Di sala nû de pêkhatina hêvîyên me bi xebat û guhertinên me ve girêdayî ne

Sala 2015ê jibo gelê me bi zêdetir, saleke bi êş û nexweşîyan ve dagirtî bû. Serkeftinên Kobanîyê û Şingalê hinekî birînên me kewandin, lê zêdetir mirin, wêranî, şer û nexweşî bû para me.Dîroka têkoşîna azadîya Kurdistanê, bi van êş û nexweşî û serkeftinan ve hûnandîye. Ez bawer dikim ku ev gişt di encamê de dê azadîya welatê me, azadîya gelê me bi xwe re bîne.Jibo sala 2016ê bibe saleke xweşî, serkeftin û azadîyê, barekî dîrokî û giran li ser milên me hemûyan e; berîya herkesî jî, li ser milên sîyasetvan, rewşenbîr û xebatkarên doza azadîyê ye. Divê herkes bi wîcdan, bi dilsozî, bi hestên welatperwerî yên paqij bêyî ku bikeve dûv hesabên biçûk, xwe di mêzîna van nirxan de biwezinîne, xwe li ber çav derbas bike, jibo guhertineke bingehîn ‘’formateke nû’’ bide xwe.Xweşî û nexweşî helbete ku ne bes di destên me de ye. Lê guhertina aqilîyet , şêwe û helwestên nebiserketî dê rêya xweşî , serkeftin û pêşketina firehtir û xweştir bike.Bi vê bawerîyê, bi hestên xwe yên ji dilî, hêvî dikim ku sala 2016ê bi yekgirtina gelê me bibe sala serxwebûna başûrê Kurdistanê.Li bakurê Kurdistanê bila bibe sala rawestandina şerî ,dawî lêanîna êrîşên dewletê, wêranî û kuştinan; dawî lêanîna xendek û barîkatan. Bila bibe sala yekgirtina hemû hêz û kes û alîyên azadîxwaz û demokrat di nav yek partiyê de û bila bibe yekgirtina hêzên welatperwer û pêşketina doza azadîyê li bakurê Kurdistanê.Li rojavayê Kurdistanê bibe sala yekgirtin û pêkhatina îdareyeke hevbeş ya hemû hêzên sîyasî û bidestxistina mafên pêşdetir ji rewşa îroyîn. Û bila sala 2016ê li rojhilatê Kurdistanê bibe sala yekitî û yekgirtina hêzên neteweyî, bibe sala geş kirina doza azadîyê.Bila li Tirkîyê bibe sala dawîlêanîna tûnd û tûjîya dewletê û sîyaseta yek rengîtîyê; bila bibe sala pêşketina demokrasî, azadî û edaletê.Bila sala 2016ê li temama cîhanê , ji hemû gel û ol û mezheb û beşên civakî re; ji hemû jin û gênc an re; aşitîyê, xweşîyê, demokrasîyê, azadîyê bîne.Belê di sala nû de hêvîyên me bi guhertinên me ve girêdayî ne. Jibo pişketina me gişta, bila sala 2016ê bibe sala guhertinên erênî, bibe sala xebateke berfireh, bibe sala ruhekî nû yê Kurdistanî .Bi hêvîya rojên xweş, sersala gelê xwe û ya hemû gelên cîhanê pîroz dikim. 31.12.2015Mustafa ÖzçelikSerokê Giştî yê PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) 

Back to top button