Di referandumê de ERÊ serbikeve sistema federali tê Tirkiye
Serokerkanê berê yê Tirkiye Ilker Başbug di hevpeyvînekê de, behsa referandumê kir û da xûyakirin , eger ERÊ derkevê li Tirkiye rêya federasyonê vebe.Ilker Başbug serokerkanê kevin yê Tirkiye bû. Di çerçova doza Ergenekonê de hate girtin û ket zindanê de. Başbug yekem generalê ku sererkaniya Tirkiye kirî û ketî girtîgehê de bû.Rojnemevanê rojnama Sozcu Ugur Dundar li gel Ilker Başbug hevpeyvînek çêkir.Dundar ji Başbug pirsî. Di guhertinên desturê de çêbibin herî zêde kijan babet we aciz dike û ne cihê dilxweşiya we ye.?Başbug di bersiva xwe de dibêje: Sistema serokatiyê bi xwe ne başe. Ji ber ku hemû welatên ku bi serokatiyê têne rêvebirin, sistema fedeali lê heye. Sistema serokatiyê federasyonê li gel xwe tîne. Li hemû welatên ku sistema serokatiyê lê heyin bi awayekê federalin.Başbug dide xûyakirin ku, eger di referandumê de Erê derkeve, dê Tirkiye jî pêşerojê de ber bi federasyonê ve herê. Ev yek zeminekê ji bo federasyonê amade dike.Ugur Dundar û Ilker Başbug du kesayetên Kemalistin û destura cunta faşêst a leşkerî diparêzin.