Polîtîk

Di navbera Iraq,Tirkiye û Herêma Kurdistanê de çi dibe

Derbarê civînên şanda Tirkiyê ligel berpirsên Iraq û Herêma Kurdistanê:

Di civîna ku di navbera Recep Tayyîp Erdogan û Muhammed Şîya El Sûdanî de bê lidarxistin de, dê di navbera Tirkiye û Iraqê de 20 peyman bên îmzekirin. Pirsgirêkên sereke dê pirsgirêkên ewlehî û aborî bin.

Yek ji mijarên ku dê bibe mijara sereke ya civîna Enqere-Hewlêr-Bexdayê, mijara hinartina careke din petrola Herêma Kurdistanê ye. Li gorî rayedarên fermî yên hikûmeta Tirkiye û Iraqê, amadekariyên pêvajoyê temam bûne û tenê biryara fermî maye.

Peymana ewlehiyê ya ku di sala 1982an de di navbera Tirkiye û Iraqê de hatiye îmzekirin, dê bi zêdekirina çend madeyên nû were nûkirin. Mijara sereke ya peymanên ewlehiyê dê parastina sînoran be, bi taybetî jî pirsgirêka PKKê.

Rayedarên Heşda Şeibî dê bi fermî beşdarî civîna şanda ewlehiyê ya hikûmeta Tirkiyê û hikûmeta Iraqê bibin. Serokê Heşdî Şeibî Salih Feyaz gelek caran serdana Tirkiyê kiriye û bi rayedarên Tirkiyê re hevdîtin kirine.

Tirkiye pirsgirêka avê wek teklîf pêşkêşî hikûmeta Iraqê dike. Iraq di çirkekê de 500 metrekup av ji Tirkiyê dixwaze. Li hember vê jî şertê Tirkiyeyê ew e ku hikûmeta Iraqê li herêmên sînor ên Şengal û Mexmûrê li dijî PKK’ê operasyonên leşkerî hêsan bike.

Muhammed Şiya El Sûdanî, civîna di navbera hikûmeta Tirkiyê û hikûmeta Iraqê de dê surprîzekî eşkere bike. Ev yek bi îhtîmaleke mezin îmzekirina peymana avê ya di navbera Iraq û Tirkiyê de ye.

Mijara diyarkirina parêzgarê nû yê Kerkûkê jî dê bibe yek ji mijarên hevdîtinê. Tirkiye di vê mijarê de hem pişgiriya tirkmenan û hem jî ya partiyên sunnî dike. Ji ber ku ji bilî Eniya Tirkmenî, Koalîsyona Takadum û Koalîsyona Siyada jî nêzî siyaseta Tirkiyeyê ne.

Mijarên serekî yên serdana şanda Tirkiyê bo Herêma Kurdistanê dê mijarên petrol û bazirganiyê bin. Herwiha di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de deriyê sînorî yê nû tê vekirin.

Berpirsên YNKê dê beşdarî danûstandinên navbera Hikûmeta Tirkiyê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibin. Pirsa sînordarkirina çalakiyên PKKê li Silêmaniyê û mijara firokexaneya Silêmaniyê dê bên gotûbêjkirin.

Back to top button