Civak

Di merasima veşartina 7 kuştiyan de, alayê Tirkiyeyê hat şewitandin

Ev çend rojeke balefirên şerî yên Tirkiyeyê gund û warên ser sînor li devera Kanîmasê û Amêdiyê ser bi wîlayeta Duhokê ve û devrên Qendîl, Sîdekan û Balakayetî ser bi wîlayeta Hewlêrê ve bi berdewamî bi dijwarî bombebaran dike.

Ji encamên bombebarana firkeyên şerî yên arteşa Tirkiyeyê bo ser herêma Kurdistanê heta nuha  zirarên  gihandine xelkê sivîlê Kurdistanê:

– Şehîdkirina 7 hevwlatiyan ji malbatekê bi navên: Hisên Mistefa Hesen (malxê malê), Mêrê Hacî Mame (dayika malê), Rêzan Hisên Mistefa (34 salî), Solîn Şemal Hesen (4 salî), Sonya Şemal Hesen (6 mehî), Zana Hisên Mistefa (11 salî) û Oskar Hisên Hesen (10 salî). Her duhî termê wan 7 hevwelatiyan li Raniyeyê hatin veşartin û di merasima veşartina termê wan heft şehîdan de, xelkê toreyê Kurdistanê alaya Tirkiyeyê şewitand. Ew şehîd ji malbatekê bûn û erebeya wan ket ber agirê firokeyên tirk û hemû di nav erebeyê de şewitîn.

– 15 gund hatine valakiirn û nêzîkî 200 mabatan koçbarbûne

– Têkdana Pira Baloka li ser çemê Zê ku pireke stratejîk e û devara Berwarî Bala bi devera Nêrwe û Rêkan ve girêdide.

Back to top button