CivakRojev

Di meha Hezîranê de 22 jin hatin qetilkirin

Kujtina jinan li Tirkîyê pirsgirêkek bi serê xwe ye. Meh namîne ku bi dehan jin neyên kujtin û qetilkirin.

Li gor rapora KCDP, di meha Hezîranê de 22 jin hatin qetilkirin, 27 jin jî bi guman mirine. Platforma Em ê Kujtina Jinan Rawestînin (KCDP) daneyên xwe yên meha Hezîranê yên di derbarê şiddeta mêran de parve kir. Li gor raporê, mêran di meha Hezîranê de 22 jin kuştine, 27 jin jî bi guman mirine. 

Bîlançoya meha Hezîranê 

Li gor raporê, ji 22 jinan 6 kes ji ber ku dixwestin di derbarê jiyana xwe de biryarên wek redkirina hevberdanê, lihevhatinê, zewacê û têkilîyan bidin, hatine qetilkirin. 2 jin bi hinceta aborî û 1 jî bi hinceta xwedîderketina li zaroka xwe hatin qetilkirin.  Di raporê de nehatiye zanîn ku 13 jin bi çi hincetê hatine qetilkirin. Sedema qetilkirina 13 jinan nehat zelalkirin. Di raporê de hat gotin ku, “Nediyarkirina hinceta ku 13 jin hatine kuştin, di encama tundîya li ser jinan û nexuyakirina kuştina jinan e. Heta ku neyê diyarkirin jin ji alîyê kê ve û çima hatine kuştin, darizandinek adil neyê kirin, bersûc û kujer neyên cezakirin û tedbîrên pêşîgirtinê neyên girtin, wê tundî her ku biçe mezin bibe“.

 Di raporê de hat diyarkirin ku di meha Hezîranê de ji sedî 41ê jinan ji alîyê mêrên xwe yên zewicî ve hatine qetilkirin. Di vê mehê de ji sedî 55ê jinên ku hatine qetilkirin li malê hatine kujtin, ji sedî 55ê van jinan bi çekê hatine kujtin.

Di mirina jinan de guman zêdebûn KCDPê di derbarê mirina bi guman a 27 jinan de jî ev daxuyanî bi kar anî: “Wek ku me di raporên xwe de diyar kiribû, mirina jinan a bi guman wek xwekuştin an mirina xwezayî tên nîşandan û di hejmara jinan de zêdebûnek pir cidî heye. Kujtinên bi guman ên jinan, mixabin ji kuştinên jinan jî dijwartir in. Divê bê eşkerekirin ka jin hatine kuştin, bi rastî bi qezayê mirine, jin li ser bingeha zayendî hatine kuştin (gelo jinkujî ye), întîxar kirine yan tiştekî din e”.

Back to top button