Polîtîk

Di lîsteya wan de Gul jî hebû

Hatiye ragîhandin ku di lîsteya kuştinê ya Herba Taybet de navê 36 kesên xuyanî hebûye ku yek ji wan jî serokkomarê Tirkiyê Ebduleh Gul bûye.

Saziya Îstixbarata Tirkiyê MÎT, raporeke li dora 290 rûpelî hinartiye bo Komisyona Lêkolînê ya Derbeyên Leşkerî û liseteya kuştinê ya Herba Taybet pêşkêşê wê kiriye.

Vê saziyê di bingeha xwe de nijdeyeke kuştinê bi navê KUNYESIZLER  (bênasname) ava kireirbû da 36 kesên ku navê wan di lîsteya kuştinê de ne bikuje. Ev nijdeya hanê çendî ku girêdayê bi Sererkaniya Giştî ve bûye jî, lê belê hemû tevger û livaka wê serbixwe bûye û di her karê xwe de jî azad bûye.

 Di lîsteya kuştinê de ev kesên hanê hebûne:

– Serokkomar Ebduleh Gul

– Sersawciyê Yargitayê Yalçinkaya.

– Çîgirê serokwezîr Bulend Arinc.

Û gelek kesên xuyanî yên din…

 

Rojeva Kurd

Back to top button