Yek ji stêrkên herî navdar ên Danîmarkayê Tobias Rahim, ku ji dayikek Kurd û bavekî Danîmarkî ji dayik bûye, di konsera xwe de govend girt, ala Kurdî daliqand û bi deh hezaran kes mest kir.
Tobias Rahim, ku li Danîmarkayê diyardeyek e û muzîka wî rastî eleqeyek mezin a çapemenîya cîhanê û di serî de New York Times hat, di konsera xwe de govend girt û ala Kurdî da pêlandin. Ev yek di medyaya civakî de bi awayekî berfireh derket pêş.
Rahîm, di dîmenên ku li ser hesabê xwe yê înstagramê de belav kiriye, ji temaşevanên xwe re dibêje, “Tîlîya hevdu bigirin û govenda Kurdî bikin”. Stranbêj herweha bi temaşevanan re, bi tembûra elektro baglama re dîlan girt.
TOBIAS RAHÎM KÎ YE?
Tobias Rahîm, ku ji dayikek Kurd û bavekî Danîmarkî hatiye dinyê, di sala 1989 de li Danîmarkayê ji dayîk bûye. Ji bo 2 salan ew li bajarê Cali, Kolombiyayê li bajarokekî jîya, ku ezmûna wî bandorek mezin li ser derbirîna muzîka hunermend kir. Di sala 2017an de, wî EP-a xwe ya solo Tobias Rahim derxist. Di sala 2020an de wî albûma Netewî ya Romantic 2021 bi stranên wek “Jesus”, “Borderline” û “Sang til Siri” derxist.