Rojnemevanê Tirk Murat Yetkîn hevpeyvînek li gel malpera Kurdistan 24 beşê Tirkî de kiriye. Heman hevpeyvîn wek xwe di Bassnews de jî bi tirkî hatiye belav kirin.
Basnews ew hevpeyvîn bi Kurdî kiriye nûçe û belav kiriye. Heman nûçe di Rojevakurd de jî hatiye ragihandin.
Di dawiya nûçeyê de, dibêje: Danûstandinên Cinêvê, ku sala 2012 bi beşdarbûna nûnerên rêjîma Sûriyê, nûnerên opozîsyonê, welatên Ewropî, Rûsya, NY, Tirkiye, Iraq û çend welatên din dest pê kiribû, heta niha negihîştine ti encamekê.
Di danûstandinên han de, nûnerên fermî yên kurdan nînin lê kurd wek beşek ji opozîsyona Sûriyê beşdar dibin.
Li ser vê yeke me pêwendî berpirsê Kurda bi navê ENKSê ku di Komiteya Danûstandinê de cîh digrê re danî û agahdariyên rast jê wergirtin.
Di Komiteya Destûrê de Kamîran Haco wek nûnerê Kurda bi navê ENKSê cih digre. Haco di hemû civînên Komiteya Destûrê de amade dibe.
Kongreya Riyad 2ê ku di sala 1017ê pêkhatiye, biryar daye ku ENKS jî wek aliye Kurd di Desteya Danûstanê de cih bigre. Paşê ENKS jî wek aliye 7mîn di komiteye de cih girtiye.
Herweha 2 Kurd di Komiteya Destûrê de cih digrin. Li ser navê Kurda nûnerê ENKSê Kamiran Haco û Hekim Bişar jî wek nûnerê Îtilafê cih digre.
Komite ji vana liyan pêk tê:
1- Îtîlaf
2- Platforma Qahîra
3- Platforma Mosko
4- Çekdar
5- Serbixwe
6- Komîta Hemahengiyî (Heyet Tensîq)
7- Encumena Kurdî ENKS