Di hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê de hejmara partî û berbijêrên beşdar
Karûbarên tomarkirina partiyên siyasî û namzetên serbixwe yên hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê doh (18.07.2024)bi dawî bû.
Li Hewlêrê ji bilî 13 partiyan 2 hevpeymanî û 28 namzedên serbixwe beşdarî hilbijartinan dibin. Ji bo kursiyên kota jî 14 Tirkmen û 6 mesîhî jî namzet in. Ji bo hilbijartinên Herêma Kurdistanê li Silêmaniyê 38 kursî, li Hewlêrê 34, li Duhokê 25 û li Helebçe jî 3 kursî hatin diyarkirin. Li Hewlêr û Silêmaniyê bi sîstema kotayê 2 kursî ji bo mesîhî û Tirkmenan hat veqetandin.
Li Duhokê 1 kursî ji bo Ermeniyan hatiye veqetandin. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku hilbijartinên parlamentoyê wê di 20ê Cotmeha 2024ê de bên kirin. PDK 190 namzet hene Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) namzedên xwe yên ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pêşkêşî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan kir.
Hat diyarkirin ku PDK ji bo 100 kursiyên parlamentoya Herêma Kurdistanê bi 190 namzetan re hevrikiyê dike. Partiya Demokrata Kurdistanê li Silêmaniyê bi 72 berbijêran xwediyê namzedên herî zêde ye, piştî vê hejmarê Hewlêr bi 64 namzedan, Duhok bi 48 namzedan û Helebçe bi 6 berbijêran tê.
Serokên lîsteyên PDK ev in; Vala Ferîd li Hewlêrê, Hoşyar Sadikafanî li Silêmaniyê, Hakim Mihemed Emîn Şerefanî li Duhokê û Hoşyar Husên li Helebçe. YNK 172 berbijêr hene
Berdevkê YNKê Sadî Ehmed Pîre got ku, “Emê li çar parêzgehên Herêma Kurdistanê bi 172 namzedan re hevrikiyê bikin”.
Şalav Kosret Resûl li Hewlêrê di serê lîsteya YNK de ye û Dr. Mîran Muhammed, Ali Öremari li Duhokê û Barzan Osman li Helebçe. Li Hewlêrê berpirsa Hilbijartinê ya YNKê Hecer Mihemed diyar kir ku YNK wê li Hewlêrê 64 û li Silêmaniyê jî 76 namzed hebin.
Eniya Gel xwedî 121 namzedan e Eniya Gel a bi serokatiya Lahur Şêx Cengî wê ji bo hilbijartinên parlamentoyê bibin xwedî 121 namzed.
Serokê lîsta Eniya Gel li Hewlêrê Şaduman Molla Hesen ragihand, ku wê li Silêmaniyê 43, li Hewlêrê 40, li Duhokê 35 û li Helebçe jî 3 namzed bên hilbijartin.
Di serê lîsteya Eniya Gel a Silêmaniyê de Lahur Şêx Cengî, Şaduman Molla Hesen li Hewlêrê, Zikrî Zêbarî li Duhokê û Reza Navrolî li Helebce cîh digirin. Komela Edaletê ya Kurdistanê (Komel) xwedî 58 namzed e Civata Dadweriya Kurdistanê ji bo hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bo 4 herêman hene 58 berbijêrên xwe hene.
Serokê lîsteya Komel a Hewlêrê Ebdulstar Mecîd diyar kir ku li Hewlêrê 15, li Silêmaniyê 32, li Duhokê 6 û li Helebçe jî 5 namzed hene. Serokên lîsteya Komel ên li herêmên hilbijartinê wiha ne; Li Hewlêrê Abdulstar Mecîd, li Silêmaniyê Omer Gulpî, li Duhokê Antar û li Helebce jî Abbas di serê lîsteyê de ne.
Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) xwediyê 61 namzedan e
Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê (Yekgirtû) li 4 herêmên hilbijartinê 61 namzet hene. Yek ji namzedên wê partiyê Mistefa Ebdullah diyar kir ku li Silêmaniyê 22, li Duhokê 20, li Hewlêrê 13 û li Helebçe jî 6 namzed hene.
Mistefa Ebdullah serokê lîsteya partiya xwe li Silêmaniyê ye. Serokê lîsteyê li Hewlêrê Muhammed Havdîyanî, serokê lîsteyê li Duhokê Seîd Elî Abo û serokê lîsteyê li Helebce jî Kava Elî ye.
Tevgera Halvest xwediyê 74 namzedan e
Partiya nû Tevgera Halvest cara yekem e ku beşdarî hilbijartinan dibe. Partiya ku serokatiya wê parlamenterê berê yê Gorranê Elî Heme Salih dike, ji bo hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê 74 berbijêr hene.
Hat diyarkirin ku namzedên partiya nû wê li her çar herêmên hilbijartinê ji bo kursiyan têbikoşin.
Eniya Tirkmenî ya Iraqê li Hewlêrê bi 11 berbijêran beşdarî hilbijartinan dibe
Eniya Tirkmenî ya Iraqê (ITC) lîsteya namzedên xwe yên ji bo hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Herêma Kurdistanê eşkere kir.
Berpirsê Dezgeha Hilbijartinê ya ITC ya Hewlêrê Fikret Lütfü diyar kir ku ji bo hilbijartinên Hewlêrê 11 namzetên ITC hene.
Hat diyarkirin ku serokê lîsteya hilbijartinê ya ITFê ya li Hewlêrê Aydin Maruf e. ITC ji derveyî sîstema kotayê beşdarî hilbijartinên Hewlêrê dibe. Hat diyarkirin ku li Silêmaniyê 6 namzedên serbixwe yên Tirkmen bi sîstema kotayê beşdarî hilbijartinan dibin.