Civak

Di hilbijartinê de temen dadikeve 18 salan

 

 

Li Turkiyê pêşniyazqanûna ku hatiye amadekirin û ku wê heftiya bê li parlemanê têkeve dengdanê, di hilbijartinê de temenê hilbijêr û hilbijarteyan dibe 18 sal. Herweha kesê ku dê bibe parleman jî, ji bo zilaman mercê kirina leşkeriyê jî bo wan tê rakirin.

Herweha li gor vê zagona nû, leşker û serleşker û xwendekarên leşkerî jî wê di hilbijartinê de dengê xwe bidin.

Ev pêşniyazqanûn derfet dide ku kesên 18 salî jî têkevin parlemanê. Tiştê balkêş ev e yekî ku leşkeriya xwe dike jî, dikare namzetê xwe deyne û têkeve hilbijartinê.

AK Partî sibehê teslaxa vê pêşniyazqanûnê pêşkêşê partiyên dijber dike. 

 

 

Rojeva Kurd/ Enqere

Back to top button