Li gor rapora Koalîsyona Jinan a Rojnamegerîyê (CFWIJ), di sê mehên destpêkê yên sala 2023an de li cîhanê 100 rojnamegerên jin di girtîgehê de ne.
Li gor raporê, Îran, Tirkîye û Çîn di rêza 3 welatên cîhanê de ne ku herî zêde rojnamegerên jin lê girtî ne. Li Îranê di rêza yekem de 28 rojnamevanên jin, li Tirkîyê di rêza duyemîn de 19 û li Çînê jî 15 rojnameger di girtîgehê de ne. Di heyama şopandina raporê de 145 rojnamegerên jin rastî êrîşan hatine.
Di raporê de hat parvekirin ku 24 rojnameger rastî êrîşa fîzîkî hatine, 23 rojnameger jî rastî tacîza qanûnî hatine. Li gor heman raporê, êrîşên li dijî rojnamegeran li gor sê mehên destpêkê yên sala 2022an ji sedî 4,3 zêde bûne.
Rojnamegerên Kurd wek hedef tên girtin
Di raporê de hat ragihandin ku “dewleta Tirk yek ji wan welatan e ku qanûnê ji bo bêdengkirina rojnamegerên jin wek çek bikar tîne û ji alîyê hikûmetê ve bi hincetên sûcên terorê tê hedefgirtin”.
Di rapora Hevbendîya Jinan a Rojnamegeriyê de wiha hat gotin: “Cezayên girtîgehê, êrîşên fîzîkî û qanûnî yên li hember rojnamegerên jin nîşan dide ku rojnamegerî bi berdewamî tê krîmînalîzekirin. Meyla metirsîdar çewisandina qanûnî ye ku rojnamegeran felc dike û dibe sedema xwesansurê. Di serî de rojnamegerên ku wek hedef tên girtin rojnamegerên Kurd û LGBTî ne “.