Civak

Di êrişên Tirkiyê de 59 kesan jiyana xwe ji dest dan e

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bîlançoya bombebaranên û topbaranên artêşa Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê yên di heyama 6 rojên borî de pêk anîne eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê 19 şervanên HSD, 16 sivîl û 24 leşkerên Sûriyeyê bi giştî 59 kesan jiyana xwe ji dest dane û 73 kes ku ji wan sivîl 33,  şervanên HSDê 13 û 25 leşkerên Sûriyê jî birîndar bûne.

Di 20ê Mijdarê de, artêşa Tirkiyê li dijî herêmên Rojavayê Kurdistanê û hin herêmên Sûriyê yên di bin kontrola HSDê de, operasyona asmanî ya bi navê “Pençe-Şûr” dabû destpêkirin.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku di êrişên asmanî de 50 balafirên şer û 20 balafirên bêmirov depoyên xurekê, qadên enerjiyê û cihên sivîlan kirine hedef û da zanîn ku gelek sivîl neçar mane koç bikin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku “Sivîlên li wargehên li ser sînor neçar man malên xwe biterikînin û hin jî neçar man koç bikin.”

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê destnîşan dike ku “şerê Tirkiyê li dijî herêma wan şerekî aborî ye” û dibêje: “Êrîş ne nû ne û aramiya herêmê hedef digire.”

Di daxuyaniyê de bang li rêveberiyên Amerîka û Rûsyayê jî hat kirin ku pêşî li êrîşên Tirkiyeyê bigirin. Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê tê kirin her du dewletan glopa kesk bo bikaranîna qada hewayî pêxistine.

Di heman demê de Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku destwerdana li Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê dê ne tenê li herêmê, herwiha dê bandorê li hevsengiyên hemû cîhanê bike.

Back to top button