Li gora nûçeya Rûdawê, di êrîşekê de li sînorê qezaya Amêdiyê ser bi parêzgeha Duhokê 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn, Wezareta Pêşmerge jî berpirsyariya êrîşê dixe sitûyê gerîllayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK).
Wekîlê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Serbest Lezgîn ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got “Pêşmergeyan dixwest hinekî hêzên xwe belav bikin daku gundên wê navçeyê zêdetir biparêzin, neyên valakirin û rê li zêdebûna wan zeraran bigrin ku çend meh e berdewam e.”
Serbest Lezgîn got “Dema hêzên Pêşmerge ketine tevgerê, PKKê kemînek daniye û êrîşeke tirsonekane birine ser hêzên Pêşmerge û di encam de 5 Pêşmerge şehîd bûn û 4 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.”
Li aliyê din medya PKKê jî dibêje “Sibeha îro hêzên Pêşmerge berve navçeyên Gerîla li Amêdî û Metîna tevger kirin. Ji bo rêgirtinê li pêşketina bêhtir a hêzan, hêzên me gule bi asman de berdane.”