SÎHA ya girêdayî Hêzên Çekdar ên Tirk li ser rêya gundên Beyondor-Til Şeîr ên girêdayî bajarê Tirbespî yê Qamişloyê wesayîtek bombe kir.
SÎHA ya girêdayî Hêzên Çekdar ên Tirk li gundê Beyondor ê girêdayî bajarê Tirbespî yê Rojava wesayîtek kir hedef. Di encama bomberdûmanê de 3 kesên di wesayîtê de 2 jê jin jiyana xwe ji dest dan.
Hat diyarkirin ku kesên jiyana xwe ji dest dane Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira wî Lîman Şiwêş û ajokarê wesayîtê Firat Tûma ne. Agahîyên nasnameyê di ajansa ANHA ya girêdayî Rêveberîya Xweser a Rojava de hatin weşandin.
Çavdêrîya Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR) jî dîyar kir ku wesayit aîdî Rêveberîya Xweser a Rojava ye û di êrîşê de 3 kes, ku di nav wan de xebatkarên Rêveberîya Xweser a Rojava jî hene, jiyana xwe ji dest dane.