Çete û terorîstên DAÎŞê hewl didin xwe bidin ser hev û dîsa wek demên berê xwe bi hêz bikin. Her çiqasî li gor demên berê DAÎŞ lawaz bûbe jî, bi êrîş û kujtinan hebûna xwe disepînin û dixwazin wê peyamê bidin ku ew hene û xilas nebûne.
Hat ragihandin ku di êrîşa çeteyên DAIŞê ya li Dêrezorê de 23 leşkerên Şamê jiyana xwe ji dest dane. Çavdêrîya Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku êvara 10ê Tebaxê, DAIŞê li herêma Dêrezorê li dijî otobusa ku leşkerên Şamê tê de bûn, êrîş kiriye. Di encama êrîşê de 23 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û 10 jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku gelek leşker jî winda bûne.