Di dîrokê de kongreyên PDKê

Îro 3ê mijdara 2022ê li başûrê Kurdistanê bajarê Duhokê 14 mîn kongreya Partiya Demokratya Kurdistanê civîyaye û kongre 3 roja berdewam dike. Di kongreyê de nêzikî 1000 nûnera beşdarin.
PDK sala 1946ê di serokatiya serokê netewî nemir Mistefa Barzanî de hatiye damezirandin. Partî di qonaxên gelek dijwar re derbas bûye û heta wek îro hatiye. Ev partiye ku şoreşa Îlona pîroz destpîkiriye û gihaye armanca xwe, herweha wek beşek berdewamiya Şoreşa Îlonê cardin di serokatia vê partiyê de şoreşa Gulan hatiye kirin û îro di roja me de partî encama tekoşînek dûr û dirêj li ser xetek netewî Kurdistanî kongreyê xwe yê 14ê li dartêxe.
13 kongre ji berî niha hatine kirin, her kongre di qonqxek cuda de hatiye li darxistin. Kongreyê ji berî niha çawa li kûderê û di bin çi mercekî de hatine li darxistin.
KONGREYÊN PARTIYA DEMOKRAT A KURDISTAN
Kongreya yekem
Kongreya yekem di 16ê Tebaxa 1946ê de li bajarê Bexdayê bi awayekî veşartî li mala Seîd Fehîm birêve çû. Tê de 70 endam beşdar bûn. Di wê kongreyê de Mela Mistefa Barzanî amade nebû, li Rojhilatê Kurdistanê bû ku ji bo berevanî li ber Komara Kurdistanê çûbû Mihabadê. Di wê kongreyê de rêzikname û bername hat pesendkirin û navê hizbê jî weke Partiya Demokrat a Kurd hat diyarkirin.
Kongreya duyem
Kongreya duyem a PDKê, di Adara 1951ê de li bajarê Bexdayê li mala Elî Hemed hat kirin û 30 endam beşdar bûn. Kongre bi nihênî hat kirin û serkirdeyekî demkî bo partiyê hate diyarkirin.
Kongreya sêyem
Kongreya sêyem ya Partiya Demokrata Kurdistanê 26ê Çileya 1953an de li bajarê Kerkûkê hat kirin û nêzîkî 40 endam beşdar bûn. Navê hizbê weke Partiya Demokrata Kurdistanê hat guhertin û rêxistinên xwendekar, jin û ciwanan hatin avakirin.
Kongreya çarem
Kongreya çarem a Partiya Demokrata Kurdistanê ji 4 heta 7ê Cotmeha 1959ê li bajarê Bexdayê li mala Kake Ziyad, bi amadebûna nêzîkî 130 endaman hat kirin. Kongre piştî vegera Mela Mistefa Barzanî bû ji Yekîtiya Sovyetê. Ev yekem kongre bû ku Mela Mistefa Barzanî beşdar bû.
Kongreya pêncemîn
Kongreya pêncemîn a Partiya Demokrata Kurdistanê Gulana 1960 li binkeya partî li Bexdayê bi amadebûna 148 endaman hat kirin. Kongre demek beriya destpêkirina Şoreşa Îlonê bû û 5 rojan dereng ket. Rewşa partî xerab bû.
Kongreya şeşem
Kongreya şeşem ya Partiya Demokrat a Kurdistanê di destpêka Tîrmeha 1964ê li Qeladizê hat kirin. Ev di demekê de bû ku Şoreş û hikûmeta Iraqê caran di şer de bûn caran jî agirbest bû. Di kongreyê de endamên komîteya navendî hatin hilbijartin.
Kongreya heftem
Kongreya heftemîn ya Partiya Demokratîka Kurdistanê 15ê Mijdara 1966ê li Gelale û bi amadebûna 370 endaman hat kirin. Bi heman awayî wek kongreya berê ev kongre jî di demekê de bû ku Şoreş û hikûmeta Iraqê dem bi dem di şer de û caran jî agirbest dikirin. Çend guhertin di rêzikname û bernameyê de hatin kirin wek nimûne endamên mekteba siyasî ji 5 kesan bûn 7 kes.
Kongreya heştem
Kongreya heştem 1ê Tîrmeha 1970ê li Nawpirdan bi amadebûna 488 nûneran hat kirin. Ev kongre ya herî berfireh bû piştî îmzekirina rêkeftina 11ê Adarê. Bo yekemcar hejmareke zêde jin beşdar bûn, herwiha nûnerên çend partiyan jî beşdar bûn.
Kongreya nehem
Kongreya nehem 4ê Cotmeha 1979an li herêma Mergewer li Rojhilatê Kurdistanê hat kirin. Kongre yekemîn kongreya piştî têkçûna Şoreşê di 1975ê de bû, herwiha piştî koça dawî ya Mela Mistefa Barzanî bû. Di kongreyê de bi piraniya dengan Mesud Barzanî wek Serokê Partî hat hilbijartin.
Kongreya dehem
Kongreya dehemîn ya Partî ji 2 heta 12ê Kanûna 1989ê careke din li Mergewerê hat kirin. 332 endam beşdar bûn. Kongre piştî koça dawî ya Îdrîs Barzanî piştî Enfal û kîmyabarana Helebçe bû. Bi giştî ligel rewş û bêhêvîtiya xelkê di kongreyê de gotûbêj li ser sedemên têkçûna xebatên pêşmergeyan û azadkirina navçeyên dagîrkirî û xwe amadekirina bo qonaxeke nû hatin kirin.
Kongreya yazdemîn
Kongreya yazdemîn a Partiyê sala 1993ê bi beşdarbûna 2 hezar û 167 endaman li bajarê Hewlêrê hat kirin. Kongreya yekemîn a piştî rizgarbûna Herêma Kurdstan û damezrandina Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû. Di kongreyê de PDK û YNK hevdu girtin û beşekî serkirdeyên berê yên Hizba Sosyalîst, Partiya Gel û Pasok ku hizbeke nû bi navê yekgirtin damezrandibûn çûn nav PDKê. Di dîroka PDKê de kongreya ku herî zêde endam beşdar bûn ev kongre bû.
Kongreya duwazdemîn
Kongreya duwazdemîn ya PDKê ji 10 heta 14ê Hezîrana 1999 li Hewlêrê hat kirin û hezar û 473 endam beşdar bûn. Kongre piştî şerê xwekujiyê hat kirin û tê de hinek guhertinên nû di rêzikname û bernameya partiyê de hatin kirin.
Kongreya sêzdemîn
Kongreya sêzdemîn di kongreya dawî ya PDKê ye ji 11 heta 18ê meha Kanûna 2010ê li bajarê Hewlêrê hat kirin û 1500 endam beşdar bûn. Di vê kongreyê de rêzikname û bernameya partiyê hat guhertin û Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Serok Barzanî ve wek Cîgirê Serokê PDKê hat diyarkirin û bi yekdengî hat pesendkirin.
Di kongreya 13emîn de li xala 10ê ya ku li ser niştîmanperweriyê ye hat zêdekirin ku divê PDK peywendiyê baş ligel wan partiyan bike ku li Kurdistan û Iraqê mafê biryardayîna çarenûsa gelê Kurd qebûl dikin. Piştî vê kongreyê bi 7 salan Partî rêbertiya kirina yekemîn giştpirsiya fermî ya serbixwebûna Başûrê Kurdistanê kir.
Çavkani:Rûdaw