Di demokrasiya Tirka de kurd tune
Doh li bajarê Stanbulê Yenikapî û gelek bajarên din xwepêşedanên girsehî yên li dijê hewldana darebeya leşkerî ya 15ê Temuzzê hebûn.Xwepêşandana Stanbulê zêdeyî 3 milyon insan amadebûn. Ji hemû aliyên civatê, tevlî vê xwepêşandanê bûn.Serokê MHPê Dewlet Bahçelî, serokê CHPê Kemal Kilicdaroglu, serok Erkan Hulusi Akar, serokwezîr Binali Yildirim û serokkomar Tayip Erdogan axavtin kirin.Hemuya jî axavtina xwe de behsa Tirkiye kirin wesfê milletê Tirk dan. Erdogan behda Tirkiya nû kir. Da xuyakirin ku dê dewletê ji nûve dizayn bikin. Di serî heta binî dewletê diguherin.Lê di rojeva wan de, yanî li gora wan di Tirkiya nû de kurd tunebûn. Behsa Kurda nehat kirin. Hemû axavtin li ser mezinbûn û mêrxasiya Tirkan bû. Behsa demokrasiyê û yekrêziyê hat kirin. Dan xuyakirin ku hêdî hemû vî weneyê ku Yenikapî hatî holê, yê yekitiyê biparêzin. Lê di yekitiya wan de , kurd tunebûn.Demokrasiya ku ava bikin cihê kurda nebû. Kesekî behsa pirsgirêka kurd li Bakurê Kurdistanê nekir.Cardin Erdogan got: Yek dewlet, yek millet, yek al.. yanî ji Tirkan pêve behsa kesekî nekir. Vê carê di nijadperestiya xwe de hemû hevbeş bûn.Bangî hemû partiyên parlementoyê de kirîbûn. Lê bangî HDPê nekirîbûn. Sedema wê zî pêwendiyên HDPê û PKKê dan nîşandan.Ji xwe HDP jî li wê derê bûya cardin heman tişt dihatin gotin. Ji xwe HDP jî xwe wek partiyek Tirkiye bi nav dike.Niha pêwiste ku kurd jî rastiya xwe behtir bibînin û bi metodên demokratik daxwaza mafên xwe yên netewî bikin.