PolîtîkRojev

Di civîna Komîta Destûrê de baş behsa Kurdan hat kirin

Gera sêyem a danûstandinên Komîteya Destûra Sûriyê li Cenêvê bêyî ku ti pêşkeftinek çê bibe bi dawî bû. Di wê derbarê de Endamê Desteya Danûstandinan ya Opozîsyona Sûriyê Ibrahîm Biro ji K24ê re ragihand, şanda rêjîma Sûriyê di bin fişara Rûsiyayê de li vê gerê amade bû, lê beşdar bû ji bo ku ti pêşketinekê çêneke. Di civînê de jî tenê li ser nasnameya Sûriyê guftûgo çê bûn. Di vê xalê de jî rastiya rêjîma Sûriyê diyar bû ku tenê dibîne gelê Ereb li Sûriye heye.

Biro got: Em wek Kurd bi çavekî baş li vê gera danûstandinan dinêrin, ji ber ku nerîna rêjîmê ya teng, hîşt gelek kes ji şanda opozîsyonê û şanda civaka sivîl jî, bi awayekî baş behsa pêkhateyên Sûriyê û Kurdan û mafên wan bikin.

Da zanîn jî, ligel ku nerîna şanda rêjîmê yek nerîn e, di nava şanda opozîsyon û civaka sivîl de nerînên cuda hene. Beşek heye baweriya wan bi demokratî, sîstema nenavendî, guhartineke berfireh, firehaliya netewî û olî tê û bi zelalî behsa mafên pêkhateyan û di nav de mafên Kurdan dikin.

Amaje bi wê da, gelek alî û nerînên cuda û dûrî hevdu di nava opozîsyona Sûriyê de hene, lê roj bi roj kesên ligel mafên Kurdan zêdetir dibin.

Derbarê nerîna Amerîkî li ser rewşa Kurdî li Sûriyê, Biro got: Heta niha ti helwesteke Amerîkî ku taybetmendiyekê bide Kurdan tune ye. Amerîka berê, niha jî û di diyaloga Kurdî – Kurdî de jî dibêje, divê Sûriye bibe welatekî demokratîk û mafê mirovan lê hebe, ne mafên pêkhateyan.

Back to top button