Civak

Di bûyerekî de 2 ciwana jiyana xwe ji dest dan

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê bûyereka trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor agahiya ku hate destxxistin, duh bi şev li Taxa Pîşesaziyê ya Taxa Cumhuriyetê wesiteya bi reqama 27 APN 531 ji kontrolê derket û li dîwarê avahiyekê qelibî.

Mehmet Kadrî Yîgît û Beytullah Tanrikûlû yên ku di wesayîta qulipî de asê mabûn ji aliyê ekîban ve ji wesayîtê hatin derxistin. Di kontrolên destpêkê de derket holê ku her du ciwana jiyana xwe ji dest dane.

Cenazeyên ciwanên ku piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê radestî malbatên wan hatin kirin, li Goristana Silopî hatin binaxkiin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button