Partiya Sosyalîst a Kurdistan bi mebesta salvegera avakirina Komara Kurdistanê daxûyaniyek ragihand.Daxûyanî:Di 70 Saliyê de Komara Kurdistanê Riya Me Ronî Dike.70 sal ji ser avakirina Komara Kurdistanê ku di sala 1946an de ji aliyê Pêşewa Qazî Mihemed û Partîya Demokrata Kurdistana Îranê li bajarê Mahabadê ku bajarekî Rojhilatê Kurdistanê ye hatibû îlankirin derbas bû.Komara Kurdistanê demeke kurt, bi tenê 11 meh li ser piyan ma û bû qurbanê berjewendiyên dewletên mezin.Dewleta kevneperest ya Şahitiya Îranê bi piştevaniya Amerîka û Îngilîstanê bi artêşa xwe bi ser bajarê Mahabadê da girt. Dewleta dagirker ya Îranê, Pêşewa Qazî Mihemed û serkirdeyên komarê, ji aliyê dewleta dagirker ya Îranê ve hatin girtin û bi vî awayî yekem Komara Kurdistanê ya hemdem hilweşiya û di nav rûpelên dîrokê de cihê xwe girt.Bêguman di hilweşandina Komara Kurdistanê de, Rûsyaya Sovyet jî sûcdar e. Lewre ji bo avakirina komarê di destpêkê de piştevaniya kurdan kir lê paşê ji bo berjewendiyên xwe li himber êrîşên emperyalîst û kevneperestan bêdeng ma.Her çiqas temenê Komara Kurdistanê 11 meh be jî, ji bo rizgariya neteweya Kurdistanê nirxên bêhempa diyariyê gelê me kiriye.Her çiqas li herêmeke teng ya Rojhilatê Kurdistanê hatibe îlankirin jî, Komara Kurdistanê piştgiriya hemû perçeyên Kurdistanê girt, hemû kurd wê wek dewleta xwe dîtin.Îlankirina komarê dı navçeyek da, ku, têda şahitî, keyîtî û padîşahî hukmê xwe diajotin, nîşana rêzgirtina kurdan ji demokrasî, komar û nirxên hemdem re ye.Komara Kurdistanê, di temenê xwe yê kurt de, ji bo piştevaniya hemû qadên civaka Rojhilatê Kurdistanê bigre têkoşiya.Komara Kurdistanê ji bo jin beşdarî xebatên civakî û siyasî bibin, kar kir û bi vê mebestê ji bo birêkxistin bibin hewl da.Komara Kurdistanê ji bo nezaniyê têk bibe seferberiya perwerdehiyê da destpêkirin; dibistanên ku bi kurdî perwerdehiyê didin vekir, rojname û kovaran neşr kir, ciwanên kurdan ji bo perwerdehiya bilind şand derveyê welêt.Komara Kurdistanê ji bo parastina komarê, di bin fermandariya General Mele Mistefa Barzanî de artêşeke neteweyî ava bike, xebitî.Komara Kurdistanê sirûda “Ey Reqîb” wek sirûda neteweyî pejirand û “Ala Rengîn” wek ala Kurdistanê li avahiyên fermî li ba kir.Pêşewa Qazî Mihemed, dadgeha leşkerî ya sazûmana kevneperest a Îranê nas nekir û bi helwêsteke neteweyî despotîzma şahitiyê darazand.Meclîsa PSKê-Partiya Sosyalîst a Kurdistanê di salvegera 70 saliya Komara Kurdistanê de careke din dilsoziya xwe ji bo nirxên komarê dide zanîn û Pêşewa û şehîdên Komara Kurdistanê bibîr tîne.Meclîsa PSKê, bang li hemû hêz û partiyên welatparêz, saziyên sivîl, rewşenbîr û kesayetên welatparêz dike, da ku nirxên Komara Kurdistanê biparêzin, li gor wesiyeta Pêşewa, ji bo Kurdistaneke azad û demokratîk mil bidin hevûdu.Meclîsa PSKê careke din piştevaniya xwe ji bo Partiya Demokrata Kurdistana Îranê ku hîmdarê Komara Kurdistanê ye dide zanîn û piştrast e, ku şagirtên Pêşewa, Şehîd Qasimlo û Şehîd Şerefkendî “Ala Rengîn” nexîn erdê.Komara Kurdistanê û nirxên wê nemir in.16 Çileya Paşîn 2016Meclîsa PSKê-Partiya Sosyalîst a Kurdistanê
Pêş
30/06/2025
Rojek çarenûsî ji bo CHPê…!
29/06/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Hîndîstanê kir
Têkildar
Balkêş e ?
Close