Di 5 mehan de 14 hezar hemwelatiyên Tirkiyê serlêdana penaberiyê kirin
Daîreya Koç û Penaberan a Federal a Almanyayê (BAMF) hejmara penaberên meha Gulanê eşkere kir. Ji aliyekî ve serlêdanên penaberiyê li Almanyayê kêmtir dibin, ji aliyê din ve jî bi taybet hemwelatiyên Tirkiye, Afganistan û Sûriyê berê xwe didin Almanyayê bû bi rêyên qaçax xwe digihînin Ewropayê.
Di meha Gulanê de hezar û 875 hemwelatiyên Tirkiyê ji bo mafê penaberiyê serî li Almanyayê dane.
Hejmara serlêdanên ewil ên li Almanyayê di meha Gulanê de 17 hezar û 231, di 5 mehên ji Çile heta dawiya Gulanê de jî bi tevahî 103 hezar û 467 e. Di 5 mehên ewil de li gor heman heyama par ji sedî 17,6 kêm bûye. Di meha Nîsanê de li gor meha borî ji sedî 16,7 kêm bûye.
BAMF di heyama 5 mehên ewil de li ser 131 hezar û 750 serlêdanan biryar da û rêjeya qebûlkirina penaberiyê jî ji sedî 46,8 e. Serlêdana 35 hezar û 892 kesan hat redkirin, ji ber hincetên wek girêdana bi Pêvajoya Dublînê an jî paşvekişandina serlêdanê, serlêdana 34 hezar û 183 kesan hat rawestandin.
Di meha Gulanê de bi giştî 18 hezar û 755 serlêdanên penaberiyê hatin qeydkirin, ji van 17 hezar û 231 serlêdanên ewil û hezar û 524 jî serlêdanên piştre bûn.
Serlêdanên ji Tirkiyeyê
Welatiyên Komara Tirkiyê (ku piranî jî Kurd in) di serlêdanên penaberiyê de piştî welatiyên Sûriye û Afganîstanê di rêza sêyemîn de cîh digirin. Di 5 mehên ewil ên salê de ji Tirkiyê 13 hezar û 741 serîlêdanên ewil û 710 jî serîlêdanên paşê, bi tevahî 14 hezar û 451 serlêdan hatin kirin. Di meha Gulanê de yekem hejmara serlêdanên ji Tirkiyê 1875 bû. Serlêdanên ji Tirkiyê di meha Adarê de hezar û 885, di meha Nîsanê de jî hezar û 965 hatin qeydkirin.