Di 4 salan de 52 hezar kes ji ber ‘heqareta li serokkomar’ hatin darizandin.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan 10ê Adarê li bajarê Îzmîrê axivî bû û gotibû “Şerm nekin, rastiyê li rûyê me biqîrin. Biqîrin da ku em xeletiyên xwe bibînin û xwe rast bikin”.
Gotinên Erdogan di çapemeniya Tirkiyê de bû cihê nîqaş û bertekan. Her çend Erdogan xwe wek siyasetmedarekî ‘ji rexneyan re vekirî’ nîşan bide jî, daneyên Wezareta Dadê nîşan dide ku rewş tam berovajî ye.
Li gor nûçeya rojnamevanê rojnameya Bîrgun Mustafa Bildircin, bi daneyên Wezareta Edaletê di navbera salên 2019-2022an de bi tohmeta “heqareta li serokkomar” bi deh hezaran kes hatine darizandin.
Piştî ku Pergala Hikûmetê ya Serokkomariyê di sala 2018an de bi referandûmê hat qebûlkirin, di çarçoveya xalên 299 û 301ê yên Qanûna Cezayê ya Tirkiyê de lêpirsîn li gelek kesan hat vekirin. Xalên 299 û 301 ên Qanûna Cezayê di bin sernavê “Sûcên li dijî nîşaneyên serweriya dewletê û rêzdariya organên wê” tên tertîbkirin û wek “astengiya herî mezin a li pêşiya azadiya derbirînê” tên qebûlkirin. ji bo ku hikûmet dijberan ceza bike.
Di sala 2022an de hejmara bersûcan di asta herî bilind de bû. Li gor vê yekê tenê di sala 2022an de, di çarçoveya xalên 299 û 301ê ên Qanûna Cezayê ya Tirk de 7 hezar û 600 dosya li dadgehên cezayê hatine vekirin. Di dosyayan de hejmara bersûcan 7 hezar û 712 kes hatin diyarkirin. Di van salan de hejmara kesên ku li gor xalên 299 û 301 ên Qanûna Cezayê tên darizandin zêde bûye.
Di sala 2019an de 13 hezar û 731 kes ji ber heqareta li serokkomar an jî heqareta li hikûmetê derketin pêşberî dadger.
Ev hejmar di serdema 2020-2022an de weha hatiye rêzkirin.
• 2020: 9 hezar û 560
• 2021: 12 hezar û 304
• 2022: 16 hezar û 753
Di dozên ku di çarçoveya xalên 299 û 301ê yên Qanûna Cezayê ya Tirk de tên kirin gelek zarokên ji 18 salî biçûktir jî derdixin pêşberî dadger.
Tenê di sala 2022an de hejmara zarokên ku bi hinceta “heqaret li serokkomar kirine”, “Heqaret li nîşaneyên serweriya dewletê kirine”, “Heqaret li Komara Tirkiyê, sazî û organên dewletê kirine” jî di nav xalên 299 û 301ê de tên darizandin û digihêje 75 hezarî.