Di 2023an de herî kêm 1153 kes hatine darvekirin
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî rapora xwe ya salane weşand. Li gor daneyên sala 2023an, her çend li cîhanê hejmara welatên ku cezayê îdamê pêk tînin kêm bûbe jî, lê hejmara cezayên darvekirinê zêde bûye. Di raporê de hat ragihandin ku di sala 2023an de li 16 welatan herî kêm hezar û 153 cezayên îdamê bi awayên cuda yên wek serjêkirin, gulebarandin an jî bikaranîna jehrê hatine îdamkirin. Li gor Rêxistina Efûyê, ji sala 2015an û vir ve ev rêjeya herî bilind e.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku di sala 2022an de li cîhanê 883 cezayên îdamê hatine pêkanîn. Di sala 2023-an de, ji sedî 30 zêdebûnek di cezayên darvekirinê de hat tomar kirin.
Li Îranê 853 kes hatin îdamkirin
Di raporê de hat diyarkirin ku ji sê parên îdamên ku hatine tomarkirin ango 853 kes li Îranê hatine kirin. Ev ji bo Îranê li gor sala borî ji sedî 48 zêde bûye.
Piştî Îranê di rêza yekem Erebîstana Siûdî bi 172 darvekirinan di rêza duyemîn de, Somalî bi 38 darvekirinan di rêza sêyemîn de û DYA jî bi 24 darvekirinan di rêza çarem de cîh digire.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Somalî jî li gor sala borî bêtir cezayên îdamê birîne.
Li gor Rêxistina Efûyê ya Navnetewî, di sala 2022an de li welatên Afrîkayê Sub-Sahrayê 298 cezayên darvekirinê hatine dayîn. Di raporê de hat destnîşankirin ku ev hejmar di sala 2023an de bûye 494 û ji sedî 66 zêde bûye. Hejmara li Çîn, Vîetnam û Koreya Bakur nayê zanîn Pispor texmîn dikin ku li Çînê jî gelek cezayên îdamê tên dayîn û gelek kes tên îdamkirin. Lê belê ji ber ku îdamên li Çînê bi awayekî fermî nehatine ragihandin, di rapora Amnesty de cîh negirtine.
Herweha înfazên ku li Koreya Bakur û Vîetnamê hatine kirin nehatine qeydkirin. Amnesty International texmîn dike ku bi hezaran îdamên veşartî li Çîn, Koreya Bakur û Vîetnamê hatine kirin.