Civak

Di 10 salên dawî de 7 hezar û 548 kesan êşkence dîtiye. Ji sedî 67 Kurd in 

Li gor Rapora Navendên Tedawî û Rehabîlîtasyonê ya TÎHVê, par ji ber ku rastî êşkence û têkildariya xerab hatine, 739 kesan serî li navendên dermankirin û çaksaziyên weqfê dane.

Rapora Navendên Tedawî û Rehabîlîtasyonê ya TÎHVê hat weşandin. Li gor raporê, di sala 2023an de 781 kesan ji ber ku li wan an jî xizmekî wan êşkence û têkildariyek xerab hatiye kirin, serî li Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê dane. Bi vî awayî di 10 salên dawî de hejmara serlêdanên ku ji ber êşkenceyê li HRFTê hatine kirin gihişt 7 hezar û 548an. Ji sala 1990an û heta niha 21 hezar û 894 serlêdanên êşkenceyê hatine kirin.

Li gor rapora weqfê, di sala 2023an de dîsa êşkence derketiye kolanan û dîsa ciwan kirine hedef. Ji wan kesên ku êşkence li wan hatiye kirin yê herî biçûk 7 salî ye. Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TÎHV, ku ji bo pêşîgirtina li êşkenceyê û têkildariya xerab zêdeyî 30 sal in dixebite, Rapora Navendên Tedawî û Rehabîlîtasyona sala 2023an eşkere kir. Li gor rapiorê, di 34 salên dawî de nêzîkî 22 hezar serlêdan hatine kirin

Di 6 salên dawî de ji 10 serlêdanan 9 kes rastî êşkenceyê hatine Li gor raporê, ji wan kesên ku di sala 2023an de serî li weqfê dane 731 kes di nava sînorên Tirkiyê de û 8 jî li derveyî sînorê Tirkiyê rastî êşkence û têkildariya xerab hatine. Hat diyarkirin ku di sala 2023an de li Tirkiyê ji sedî 72,2 (528 kes), di navbera salên 2018-2022yan de ji sedî 21,9 (160 kes) rastî êşkence û têkiliya xerab hatine. Bi gotinek din, par ji her 10 kesên ku serî li HRFT dane, di sala dawî de herî kêm 7, di 6 salên dawî de jî herî kêm 9 kes rastî êşkencê hatine.

Di raporê de hat diyarkirin ku ji sê kesên êşkence lê hatiye kirin yek jê jin e. Bi taybet Kurd di di êşkencedîtinê de sere lîsteyê dikşînin.

Ji sedî 67 Kurd in û zimanê wan ê Kurdî ye Di serlêdanên li gor herêman de, Herêma Başûrê Rojhilat û Rojhilatê Anadoluyê (Bakurê Kurdistanê), ji sedî 62,2ê serlêdanan ji aliyê Kurdan ve hatine kirin. Li gor TUÎKê, rêjeya êşkenceya ku li Kurdan hatiye kirin 2,6 qat zêde bûye. Di raporê de têkildarî vê rewşê weha hatiye gotin: “Dema ku serlêdanên ji TÎHVê re li gel cihê jidayikbûnê û zimanê zikmakî bê nirxandin, tê fêmkirin ku kesên xwedî nasnameya etnîkî ya Kurd ji nasnameyên din zêdetir rastî êşkenceyê tên”.

Balkêş e ?
Close
Back to top button