Civak
Dezgehê Barzanî ji bo başkirina jiyanê li Şingalê karek baş dike
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li ser Çiyayê Şingalê çendîn pirojeyên girîng yên xizmetguzariyê jı bo koçberên Êzdî pêkanîn.
Dezgehê Xêexwaziya Barzanî jibo çareseriya pirsgirêka elektrîkê 10 jenerator li herêmê cih kirin.
Ji bo başkirina rewşa tenduristîyê nawendek ya tenduristiyê avakir û herweha Dibistanek seretayî jî vekir.
Ji bo çareseriya pirsgirêka avê jî 3 bîr kolan û heta radeyekî ava vexwarinê gihand hemwelatiya.
Dezgehê Xêexwaziya Barzanî newendek ya Rewşebîrî jî avakir û ji bo gencan jî yarigehekî çêdike.
Di merasîmekê de û bi amadebûna Nûnerê Serok Barzanî Serbest Lezgîn û Qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîl û Serokê Encumena Ruhanî ya Êzdiyan Babe Şêx û nûnerên rêxistina LDS a Amerîkî, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî
çend piroje vekirin, ku bi alîkariya çend rêxistin û dezgehên mirovî û aliyên hikûmî bo koçberên Şingalê hatibûn amadekirin.
Ew piroje jî wek danîna 10 miwelîdeyên karebayê û vekirina navendeke tendirûstiyê û dibistaneke amadeyî û dibistaneke seretayî û kolandina 3 bîrên ava vexwarinê û vekirina navendeke rewşenbîrî û hunerî û civakî û
çêkirina yarîgeheke sporê û çend pirojeyên din jî.