Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li jêr ronahiya gotina Barzaniyê Nemir (Şanaziye ji bo mirov ku xizmetkarê mîlletê xwe bê) kar û çalakiyên xwe yên li xizmetkirina mirovayetiyê de berdewame. Li vê raporê da xalên girîngtirîn projeyên Dezgehê ya li sala 2019 da hatine eşkere kirin.
Projeyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li kertên (Xorekî, nexorekî, hemahengî, paqijî, tendirûstî, yarmetiyên neqdî, parastin, penageh, perwerde, jiyanevanî û pêşxistin)ê hatine bi cîhkirin. Li van kertan de 4.194 çalakî hatine encamdan û 4.952.568 kes sûdmend bûne.
Çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî yên li sala 2019 an de tixûbên Iraqê derbaskirine û bi giştiya hejmara sudmendbûyan 11.800 kes li welatê Bengladeş û 107.048 kes li welatê Suriye sudmend bûne.
Vekirina Bingeheke Tendirûstiyê li Bengladeş
Li 20/05/2019 li nav wargeha Kutupalongî ya bajarê Koks Bazar li Bengladeş bingeheke tendirûstiyê ji bo penaberên Burma ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistina Med Global û Helpers OBAT ve hate vekirin ku ji ber berbelavbûna wan kêşeya tendirûstî û metirsiyê li ser jiyana 700 hezar penaberan pêkhatibû. Hêjayî gotineye bingeh dikaribû rojane pişkinîn û çareseriya tendirustiyê ji bo 500 nexweşan encam bide û heta sê mehan berdewam bû û têda 11.810 kes sûmendbûn. Ji wê rêjeyê % 80.1 ê sûdmendbûyan bi temen bûn û her wiha % 9.19 ji wan zarok bûn.
Pêşwazîkirina li Penaberên Rojavayê Kurdistanê
Ji ber berdewamiya nearamiyên Rojavayê Kurdistanê û êrîşên artêşa tirkiye yên li bo ser Bakûrê Suriye li 15/10/2019 pêleke dinê penaberan rû li Herêma Kurdistanê kirin ku xelkê bajarên (Efrîn, Girê Spî, Kobanê, Tiltemir û Amudê) bûn. Hejmara wan heta dawiya sala 2019 gihîşte 18.848 kesan ku zêdetirê wan li wargeha Berdereş ya li tixûbê parêzgeha Dihokê hatin nîştecîh kirin.
Di dema penaberbûna wan de rojane li her du xalên tixûbiyên (Welîdiye – Sihêlan) ji aliyê tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve xorekê amadekirî û av û ciluberg û pêdiviyên zarokan ve dihatin pêşwazî kirin. Di dema 45 rojên gihîştinê û piştî gihîştina penaberan bi wargehan karîn 188.568 danên xoreka amadekirî pêşkêşî wan bikin, heta ku li rêkefta 01/11/2019 Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi fermî Birêvebirina Kargêriya Wargeha Berdereş wergirt û li rêya tîmeke pîspor bi palpiştiya parêzgeha Dihok û Komîsyona Bilinda Penaberan ya ser bi Neteweyên Yekgirtî UNHCR wê erkê bi cîh kir.
Konferansa Paşeroja Rêkvejiyanê ya Piştî Da’îş
Li roja cîhanî ya aştiyê 21/09/2019 Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî konferansa (Paşeroja Pêkvejiyana li piştî Da’îş) bi amadebûna hejmarek kesayetiyên ekademî û Wezîr û Parlementer û Nûner û Konsolxaneyê welatan û berpirsên îdarî û mamostayên zanîngehê û nûnerên rêxistinan birêvebir. Piştî gotara Wezîrê Ewqaf û Karubarê Olî, gotara Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hate pêşkêş kirin û paşê du lêkolîneke meydanî xistin rû ku li ser (Paşeroja Krîstiyanan li Iraqê) û (44 jinên Êzdî yên rizgarbûyên destê Da’îş)ê, piştî pêşkêşkirina du panel, pêşniyar û raspardeyên konferansê pêşkêşî aliyên peywendîdarên Komara Iraqa Federal û Herêma Kurdistanê û Neteweyên Yekgirtî kirin.
Gihandina Karwana Hevkariyê li Suriye
Piştî dirustbûna şer û aloziyan û êrîşa tirkiye ya li ser Bakûrê Sûriye, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî karî li rêya 6 karwanên mirovî ku (861) ton ji pêdiviyên (Kon, doşek, setê medbexê, derman, xorek, paketa tendirustiyê, fîltera avê, betanî, şîr, pêdiviyên pizîşkî, mehfur, balîf, kîsa xewê û ciluberg) pêkhatibûn li rêya (165) barhilgirên mezin gihandin bajarên (Amudê, Qamîşlo, Heseke û Wargeha Waşukanî ya li Heseke) ya li Rojavayê Kurdistanê. Hevkarî bi palpiştiya çendîn kompanya û rêxistinên navdewletî hatin encamdan. Yekem karwana hevkariyan li 15/10/2019 destpêkir û heta dawiya sala 2019 gihandina hevkariyên ji bo Rojavayê Kurdistanê berdewam bû.
Ji bo zanyariyên zêdetir li ser kar û projeyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî yên li sala 2019 dikarin rapora sala 2019 ya Dezgehê bixwînin.