FlaşPolîtîk

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî malbatên şehîdên Pêşmergeyên Roj ji bîr nekir

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, li Kampa Domiz a penaberên Rojavayê Kurdistanê ya parêzgeha Duhokê alîkariyên mirovî li ser malbatên şehîdên pêşmergeyên Roj belav kirin.

Hate ragihandin ku doh 7ê Tîrmehê li Hola Soz a kampa Domiz pakêtên xwarinê li ser 52 malbatên şehîdên Pêşmergeyên Roj hatin belavkirin.

Berpirsê alîkariyan di Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Îmad Hesen da xuyakirin, “Em ê berdewam bin di pêşkêşkirina alîkariyan de, ji bilî wan, kesên nexweş û xwedî pêdiviyên taybet û her çînekê di plana me de hene ku em alîkariyan ji wan re pêşkêş bikin.”

Back to top button