Cîhan

Dewlet li gel Ocalan hevdîtina dike

Piştî bûyera Pinyaniş çêbûyî, Ocalan jî hevdîtinek ya li gel parêzerên xwe de got ku, ev kiryar ji aliyê dezgehên tarî ve hatiye kirin û dibê ku PKK-ê jî kiribe. Herweha Ocalan da xuyakirin ku , ev bûyer hatiye kirin, da ku hevdîtinên Îmralî li gel min heyîn bêne sekinandin.

Piştî vê vê daxûyaniya Ocalan berpirsên KCK-ê, di daxuyaniyekî de ragihandin ku wan agirbest dirêj kiriye. Li ser vê yekê  Aysel Tugluk diçe Îmralî ji bo pirsa agirbestek berdewamî li gel Ocalan gengeşe bike.

Nûçeyek balkêş di rojnama Tarafê de hate belev kirin. Taraf dibê je ku li Îmralî dewlet li gel Ocalan nexşeya agirbestê gengeşe dike.
Wek tê zanîn gelek caran rojnama Taraf hinek tişt bi rêya serkaniyek  ya xwe di derbarê helwestên PKK-ê de eşkere kirine û wek wan deketiye. Di nûçeyên berê de Taraf  wek serkanîya nûçeyên xwe hevdîtina berpirsên dewletê û yê PKK-ê yên ku li Stanbulê di resturanekî de tên kirin dide nîşandin.
Vê carê serkaniya nûçeyên Tarafê dibêje:  “  Hevdîtinên Îmralî li gel Ocalan têne kirin ji bo çareseriyê ye. Ji bo çareserkirina pirsa kurd rênexşeyek tê amade kirin. Em dikarin bejin ev nexşeya aşitiyê ye. Berê biryara PKK-ê ya bê çelakiyê hat û ev agirbest bibe dewamî.Amadekirina destûrek nû, dev jê berdana çekan jî, beşek ji van hevdîtinane. Mayina ku li Hakkarî teqiyayî sekinandina van hevdîtinan kirîbû armanc.“

Çavkaniya Tarafê bardewambûna axavtina xwe de dibêje: “  Wê agirbest roja 20-ê îlonê xilas bibûya. Gelek hewldan hatin kirin ku, ji bo agirbest berdewam be. Lê gotinên “ Xweseriya Demokratîk“ û siyaseta Boykot kirina dibistanan çewtiyek bû. Ji ber ku ji berî her tiştekî diviya agirbest bibûya berdewamî. Ez bawerim wê demê agirbestê hêjî bê zêde kirin û bibe berdewamî. Heyîne hêzên çekdar li çîyê hinek tiştan zehmet dike. Wek li Hakkarî bûyî dikare hinek provakasyon çêbibin. Ev tehlîke heye. Lê ez bawerim rêya akil wê vê pêvajoyê ber bi agirbestek berdewam ve bibe.“

Back to top button