FlaşRojev

Devlet Bahçelî: Ocalan li ser sozên xwe sekînî

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî derbarê pêvajoya çekdanîna PKKyê de got, “Pêşketinên erênî û dilrihetker werçerxanek in.”

 Serokê MHPyê da zanîn ku Rêberê PKKyê li ser sozên xwe sekinî û PKKyê jî bersiva bangên wî da û bi danîna çekan re dê bîranînên xirab di paşerojê de bimînin.

Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî li ser pêvajoya çekdanînê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Devlet Bahçelî wiha ye:

“Welatê me û herêmên cîran, qonax bi qonax ber bi serdemeke nû ya bi hêvî ve diçin. Tirkiye li ber xilasbûna ji belaya terora cudaxwaz e ku nêzî nîv sedsalê ye bi tundî û hovîtiyê hatiye zexmkirin.

Rêxistina terorê ya cudaxwaz PKK, li gorî ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku bi daxuyaniya Îmraliyê ya 27ê Sibatê ketibû rojevê, di 12emîn kongreya xwe ya 5-7ê Gulana 2025an de ragihand ku hebûna xwe ya rêxistinî fesih dike û çekan datîne.

Wekî ku ji peyama wî ya dawî ya bi vîdeo jî tê fêmkirin, serokê damezrîner ê PKKyê li ser soza xwe sekinî, li pişt sozên xwe ma û gefên cîhanî û herêmî di wextê xwe de dîtin.

Li gel vê DEM Partiyê xeteke siyasî ya biaqil û berpirsiyar parast û bi dilsozî bi armanca Tirkiyeya bêteror ve girêdayî ma. Bi gotin û nirxandinên hevseng û isabet, cihê xwe di nav biratiya hezar salî de girt.

Serokkomarê me û hikûmet, ji destpêkê ve xwedî li biryardariya ‘Tirkiyeya bêteror’ a ku bûye polîtîkayeke dewletê derketin û heta dawiyê xwedî li pêvajoyê derketin.

Partiya Tevgera Neteweperest û Hevpeymaniya Cumhur, bêyî ku bikevin bin bandora ti provokasyon û teşwîqên xeraker, bi awayekî heqdar jîrbûna xwe ya siyasî û berxwedana xwe ya têkoşînê parastin.

Armanca ‘Tirkiyeya bêteror’ bi pêngavên saxlem û baş bi pêş ket.

Ji îro pê ve, komên rêxistina terorê ya cudaxwaz dest bi danîna çekan dikin û di heman demê de ji bo girtina serdemeke reş, pêşketinên dîrokî dest pê kirine.

Ew derdorên siyasî û îdeolojîk ên ku ji bo zindîhiştina hawîrdora provokasyonê ketibûn pêşbirka îstismar, îftîra û înkarê, li hemberî hêviyên şîn dibin û avhewaya aştî û aramiyê ya ku berfireh dibe, bi şikestineke xeyalan re rûbirû man.

“Wîjdanê raya giştî kêfxweş e”

Bi rastî jî hem ji bo Tirkiyeya me hem jî ji bo herêma me rojên gelekî girîng tên jiyîn.

Pêşketinên erênî û dilrihetker werçerxanek in û di vê çarçoveyê de wijdanê giştî kêfxweş e.

‘Tirkiyeya bêteror’ rêgeha pêşerojeke tijî refah, ewlehî û aramî ye.

‘Tirkiyeya bêteror’ hêza mitleq û berdewam a yekîtiya neteweyî û piştevaniyê ye.

Bi temambûna pêvajoya danîna çekan a di nav salnameya diyarkirî de, dê bîranînên xirab li pey me bimînin û mîmar û mijara sedsala nû dê miletê Tirk be.

Di serî de Serokkomarê me, ez spasiya her kesê ku ji bo pêkanîna armanca ‘Tirkiyeya bêteror’ keda wî, çalakiya wî û piştgiriya wî heye dikim û ji Xwedayê Mezin dixwazim ku serdema nû ji bo miletê me yê ezîz bi xêr be.”

Back to top button