Desteya mafên mirov ya Kurdistanê ragihand, ew mijûlî amadekirina raportekê ne li ser binpêkariyên PKKê li Herêma Kurdistanê.
Endama desteya mafên mirov ya Kurdistanê, Tavge Umer ji BasNewsê re got, em niha mijûlî amadekirina raportekê ne li ser binpêkariyên PKKê li dijî welatiyên sivîl li Herêma Kurdistanê.
Tavge Umer her wiha got, di wê raportê de behsa çawaniya şehîdbûn û birîndarbûna welatiyan di şerê PKKê de û valakirina gundan û revandin û çekdarkirina zarokan ji aliyê PKKê ve tê kirin.
Wê endama desteya mafên mirov da zanîn jî, PKK welatiyên Herêma Kurdistanê direvîne û dikuje û got, ew bi kêfa xwe xelkê direvînin û rewatiyê jî didin revandinê û paşê wan dikujin. Ev tawan e.